Sebra ciwanên Sahraya Rojava nemaye

 

 

Bi dehezaran sahrayî yên ji Sahraya Rojava li wîlayeta Tîndûf a li rojavayê Cezayîrê di kampên penaberan de dijîn. Bi taybetî ciwanên sahrayî yên li kampan, ji ber astengiya Fasê ya li hember azadiya Sahraya Rojava dilşikestî bûne û ev jî îhtîmala radîkalbûyina wan xurtir dike.

Fas piraniya Sahraya Rojava dagir kiriye û bi armanca parastina erdên dagirkirî ji gerîlayên sahrayî, di salên 1980’yan de dîwarekî ku bilindbûna wê 3 metre ye ava kiriye. Herêmên li rojhilat û başûrê vî dîwarî ji aliyê Eniya Polisarioyê ve tê kontrolkirin û wekî “Erdên Azadkirî” tên binavkirin.

Jalihena Mohamed 25 salî ye û nûnerê rêxistina ciwanan a Eniya Polisario ye. Mohamed diyar dike ku “Kesên ciwan ji % 70’yê nifûsê pêk tînin” û ev jî peydekirina xizmet û avakirina binesaziya kampan dijwartir dike. Li kampan perwerdeya seretayî û navîn bê pereye lê ji bo xwendina zanîngehê divê xwendekar biçin bajarên dûr.

Nûnerê Polisario yê Brîtanyayê Sidi Breica jî dide zanîn ku divê ji bo xwendina zanîngehê xwendekarên sahrayî biçin Fasê û ev jî dibe sebeb ku xwendekar ji malbatên xwe dûr bikevin, çand û zimanê xwe winda bikin û dîroka yekalî ya ku ji aliyê Fasê ve hatiye nivîsandin, fêr bibin. Breica destnîşan dike ku kesên ku bikaribin li welatên din zanîngehê bixwînin pir kêm in, ji ber ku bidestxistina vê derfetê gelek dijwar e.

sahraya rojava

Çavkaniyên xwezayî ji bo aştiyê asteng in

Di sala 1991’an de Mîsyona ji bo Referandûma Sahraya Rojava (MINURSO) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarê da ku Li Sahrayê mercên ji bo referandûmê bên pêkanîn. Li gorî vê, wê gelê sahrayî bikaribûna serxwebûn an entegrasyona bi Fasê re hilbijartana. Mixabin heta niha, ji ber astengiyên Fasê vê referandûmê nehatiye lidarxistin.

Breica dide zanîn ku “Fas di îxracata fosfatê de welatê yekemîn ê cîhanê ye” lê ti kes nizane çiqasê vê îxracatê ji çavkaniyên li Sahraya Rojava tên bidestxistin. Tê texmînkirin ku wê di 2017’an de şîrketa fosfatê ya Fasê OCP bibe hilberînerê yekemîn ê fosfatê ya li cîhanê. Li ser mijara gelo Fas di derxistin û firotina madenên Sahraya Rojava de hiqûqa navneteweyî îhlal dike an na, nîqaş tên kirin.

Ghali Zbeir ku kordînatorê Çavdêriya Çavkaniyên Sahrayê ye, li ser vê mijarê wiha diaxive: “Cîhan -Ewrûpa, Rûsya, DYA- alîkariya domkirina kiryarên sûcdar ên Fasê dikin, ji ber ku ew di vê mijarê de tiştekî nabêjin. Di heman demê de yek ji van welatan jî serdestiya Fasê ya li Sahraya Rojava nasnake. Ev cotstandardî ye.” Mijara masîgiriyê ya li peravên Sahrayê jî mijareke ku li ser nîqaş tê kirine. Polisario hewl dide ku peymanên masîgiriyê yên li peravên welat asteng bike. Lê di 10’ê Kanûna 2013’an de Yekitiya Ewrûpayê bi armanca masîgiriya li peravên Sahraya Rojava bi Fasê re peymanekê îmze kir.

Tirsa bilindbûna radîkalîzmê

Digel çavkaniyên berfireh ên xwezaayî, gelê sahrayî bi tevahî girêdayê alîkariya derveye. Hebûna çavkaniyan wê û digel vê jî xizaniya gelê sahrayî her ku diçe bêtir bêhna ciwanan teng dike. NY lê hay bûye ku radîkalbûna ciwanên li kampên penaberan wê ne tenê bi awayekî lokal bimîne lê wê li seranserê welat xetereyê derxe holê. Nûnerê Polisarioyê Breica dide zanîn ku “Gel pêşeroja xwe nabîne, gel di nava nezelaliyê de dijîn û vê yekê meseleyê pir dijwartir dike.”

Ji bo piraniya gelê sahrawî yên li kampên Tîndûfê dijîn, tekane riya aştiyane lidarxistina referandûmê ye. Breica dibêje ku “Hemû penaberên sahrawî dixwazin vegerin erdên xwe. Daxwaza sereke ya kesên li kampan ev e û ev yek dibe sebeb ku ew di nava çolê de jiyana xwe bidomînin û di berxwe bidin.

——————

Nivîs ji aliyê Jen Wilton ve hatiye nivîsandin. Ji îngîlîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Çavkanî: Roarmag.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …