Saziya Sûriye ya Mafên Mirov: YPG ereb û tirkmen koçber nekirine

Hewlêr (PNA) – Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Ramî Ebdurehman ragihand, ku îdîayên derbarê wê yekê de ku YPG xelkê resen ên navçeyên ku digre, yên wek erebên sunnî û tirkmenan derdixin, nerast in. Ebdurehman herwiha got, rizgarkirina Girê Sipî ji dest çekdarên DAIŞê serkeftinek mezine ji bo hemî pêkhateyên Sûriyê ye.

 

Di hevdîtinek telvizyonî de Ramî Ebdurehman ragihand ku: “Her kesê ku dêkomênt di destê wî de hebin ku şervanên Kurd kiryarên dijî mirovatiyê kirine bera wan belgeyan derxe û heger ti belge tinebin divê ew kesên hewla fitneyê didin bên dadgeh kirin.”

Ramî Ebdurehman herwiha got jî: “Her aliyekî siyasî li Sûriyê pêwendiyê wê bi hin welat û hêzên derve hene û ev tiştekî sirûştiye.”

Ebdurehman herwiha tekez kir û got: “Şervanên Kurd ti tawnên dijî mirovatiyê nekirine û Ereb ji gundên wan koçber nekirine û nûçeyên koçkirina Ereban ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPGê ve, ji aliyê Erdoxan ve tên belavkirin, Erdogan û Tirkiyê sedema fitne û xirabiya li Sûriyê ne.”

Hevpeymaniya Dijbere ya Sûriyê, 15 komên îslamî yên dijbere li Sûriyê û herwiha hikûmeta Tikriyeyê, piştî serkeftinên wê dawiyê yên YPGê li hember çekdarên terorîst ên DAIŞê û paqijkirina deverên Rojavayê Kurdistanê ji wan çeteyan, YPGê bi koçberkirina Erebên Sunnî û tirkmen ji gundewarê Hesekê û Girê Sipî tohmetbar dikin, lê YPGê jî ji aliyê xwe ve wan tohmetan red dike û dibêje: “Ev nûçe derewin û belgeya îflasa wan aliyn e.”

Jêder: Peyamner.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …