Sarria: Em li Baskê perwerdeya zimanê dayikê naparêzên

 

 

Di roja duyemîn a sempozyûma li ser perwerdeya zimanê dayikê, bi axaftinên li ser ceribandinên parastin û perwerdeya zimanên kêmar ên li Ewropayê dom kir. Bi taybetî Paul Bilbao Sarria yê ji Welatê Baskê agayên balkêş ên di warê parastin û perwerdeya zimanê Baskê de da.

Aliyên balkêş ên ji axaftina beşdarên roja duyemîn a sempozyûmê wiha bûn:

Anna Morottoja (Endamê Parlamentoya Samî û Enstîtuya Ziman a Samî): Morottoja ku di heman demê de mamosteyê zimanê aanar yê li herêmeke biçûk ê li bakurê Fînlandiyayê tê axaftin e, got ku hejmara samiyan a li çar dewletên wekî Fînlandiya, Norwêc, Swêd û Rûsyayê di navbera 75 û 100 hezarî de ye û vê nifûsê deh zimanên cihê yên samî diaxivin. Morottoja diyar kir ku nifûsa samiyên li Fînlandiyayê ji 10,000’î pêk tê lê ji % 75’ê vê jimarê niha li herêmên başûr ên welat dijîn. Li gorî agahiyên Morottojayê zimanê dayika wê aanar e ku bi tenê ji aliyê 350 kesî ve tê axaftin û ji ber vê yekê jî di xetereya mezin a jiholêrabûnê de ye.

anna copy

Morottoja li ser ciyê zimanên samî yê di perwerdeyê de got ku hem bi zimanên samî perwerde tê kirin hem jî zimanên samî wekî dersekê tê fêrkirin û hemû mesrefên perwerdeyê ji aliyê Fînlandiyayê tê dayîn. Morottoja di axaftina xwe de cî da hin problemên di warê parastina zimanên samî de û van probleman wiha anî ziman: “Bi tenê ji % 25’ê zarokên samî li ser erdên samî dijîn û lewma jî em dipirsin ku emê wê çawa zimanê samî li derveyê erdên samî bidin fêrkirin?”

Dr.Paul Bilbao Sarria (Sekreterê Giştî yê Konseya Civakî ya Baskî ya bi navê KONTSEILUA’yê):

Sarria di destpêka axaftina xwe de got ku di sala 1866’an de ji % 52’yê civaka baskê bi zimanê baskî diaxivî lê vê rêjeyê di 1976’an de ketiye ji % 22,7’an û vê rewşa paşveçûna ziman ji ber polîtîkayên kolonyal ên dewleta spanyol derketiye holê. Sarria destnîşan kir ku li gorî hiqûqa ziman a li Herêma Xweser a Baskê zimanên baskî û spanyolî tên fêrkirin lê bi tenê fêrbûna spanyolî hatiye ferzkirin.

Di axaftina xwe de Sarria di warê mafê perwerdeya zimanê dayikê û kêmarbûnê de van dîtinên balkêş anîn ziman: “Em li Baskê mafê perwerdeya zimanê dayikê naparêzin, ji ber ku zimanê dayikê yê piraniya zarokan bûye spanyolî” û got ku “em ti carî peyva ‘zimanên kêmar’ bilêv nakir lê dibêjin ‘zimanên ku ji aliyê dewletê ve hatine kêmarkirin’. Du dewletên mezin biryar dane ku em bibin kêmar.”paul_bilbao2

Sarria diyar kir ku ew di dewsa mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de mafê ferzbûna fêrbûna zimanê xweciyî yê Welatê Baskê ku ew jî zimanê baskî ye diparêzin û vê modela saziya xwe ji bo hemû zimanên bindest ên li ser axa xwe pêşniyaz dike.

Sarria li ser sîstema perwerdeyê ya li Katalonyayê jî hin agahî dan û diyar kir ku beravajiya çar modelên heyî yê di sîstema perwerdeya Baskê de, li Katalonyayê bi tenê modelekê heye û li gorî vê modelê ku jê re dibêjin modela îmersiyonê divê hemû xwendekar ligel zimanê spanyolî, zimanê katalanî jî fêr bibin.  Di dawiya axaftina xwe de Sarria di dewsa çar modelên heyî yên li Baskê de, modela îmersiyonê ya katalan ji bo zimanê kurdî pêşniyaz kir.

Şerîf Derînce (Xwendekarê doktorayê ya li Zanîngeha Koçê):  Derînce di axaftina xwe de li ser pêvajoya tecrûbeya parastina zimanê galî ya li herêma Gal (Cymru) a li rojavayê Brîtanyayê tê axaftin, sekinî. Derînce di warê sebeba zindîmayina zimanê galî de got ku di 1922’an de bi armanca parastina ziman saziyeke sivîl a bi navê Urdd Gobaith Cymru hatiye damezrandin, di 1962’an de hunermendê navdar ê gal Saanders Lewis di BBC’yê de li ser xetereya windabûna galî civakê hişyar kiriye û di 1999’an de li Galê rêvebiriyeke herêmî ya xwedî hin hêzan hatiye damezrandin.

Derînce di warê ciyê ziman a di perwerdeya li Galê de  got ku di vî warî de bakur û başûrê Galê ji hev vediqetin; li bakur perwerde bi galî tê kirin û îngilîzî bi tenê wekî dersekê tê fêrkirin lê li başûr perwerde bi îngîlizî tê kirin û galî wekî dersekê tê fêrkirin û lewma jî sîstema perwerdeyê duzimanî ye.

serif_derince

Di dawiya axaftina xwe de Derînce hin encamên ku divê ji tecrûbeya parastina zimanê galî bê derxistin wiha rêzkir:

–          Bi tenê dibistan têrî parastina ziman nakin,

–          Qelîteya perwerdeyê û prestîja ziman girîng e,

–          Pêdivî bi bernameya stratejiya pêşdebirina ziman heye,

–          Piştgiriya rewşenbîr, hunermend, sporvan, nivîskar, derhêner û hwd. girîng e,

–          Medyaya girseyî di vî warî de roleke mezin dilîze,

–          Beşdariya malbatên zarokên pêşdibistanê girîng e.

 

Amed/Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …