Şaredarê Mehê ya Hezîrana 2014’an: Daniel Termontê şaredarê Gentê

 

 

Daniel Termont di 2007’an de bûye şaredarê bajarê Gentê yê li herêma Flanders a Belcîkayê. Termont hilbijartina 2012’an jî qezenc kir û şaredartiya xwe dom kir. Termont ku di 1977’an de bûye endamê meclîsa şaredariyê û ji wê rojê û şûn de li şaredariyê gelek wezîfeyan pêk aniye, bi salane li bajêr alîgiriya cihêrengiya çandî kiriye û Şaredariya Gentê di nava Koalîsyona Ewropî ya li dijî Nîjadperestiyê (ECCAR) roleke girîng lîstiye.

Gent ji aliyê nifûsê ve duyemîn bajarê mezin ê Flandersê ye ku niha nifûsa wê gihîştiye 250,000’î. Tê texmînkirin ku li vî bajarê kozmopolît ê ku 48 km nêzîkî paytext Brukselê ye, endamên 160 gelên cîhanê dijîn. Di heman demê de li bajêr perwerde jî pêşketiye û bajêr bi 70,000 xwendekarên xwe yên zanîngehê, li Belcîkayê xwedî nifûsa herî mezin ê xwendekaran e.

City Mayors: Digel ku jihevdûrbûna Flanders û Walonya tê qebûlkirin an ev yek rastiyekê ye, hevkariya di navbera bajarên her du herêman de xurt e?

Şaredar Termont: Tevlî bajarê Liegeê, Gent rola pêşeng a di nava Koalîsyona Ewropî ya li dijî Nîjadperestiyê (ECCAR) de dilîze. Di nava vê torê de ji 20 welatên Ewropayê ji 100’î zêdetir bajar hene. Ji bilî vê, Gent yek ji bajarên partner ên Bergenê (Mons) ye ku wê di 2015’an de bibe Paytexta Çandî ya Ewropayê.

Ji sala 2000’î û bir ve Federaal Grootstenbeleid (Polîtîkaya Bajarên Mezin ên Federal) hatiye damezrandin ku armanca wê pêşxistina jiyanbarî û ahenga civakî ya di nava bajaran de ye (û bi taybetî di nava taxên xizan de). Gent tevlî Antwerp, Liege, Charleroi û heft şaredariyên li Brukselê yek ji van bajaran e. Lê di heman demê de otorîteya ku ‘polîtîkaya bajêr’ diyar dike ji asta federal dewrî herêma Flandersê hat kirin. Em ê li bendê bin û bibînin ku gelo butçe (nêzîkî 25 milyon euro) wê têkeve destê Fona Bajar a Flandersê an Fona Nûkirina Bajar an jî wê bi tevahî têkeve nava butçeya total a flaman. Ez fikaran dikim ku wê herikîna vî pereyî ya ji bajarên mezin re bidome!

daneil_termont

City Mayors: Di nîqaşa me ya di 2010’an de we girîngiya têkiliyên navneteweyî û hevkariya di navbera bajaran û herwiha rewşa Gentê ya wekî bajarê vekirî, anî ziman. Hûn hîn jî difikirin ku divê bajêr ji nişteciyên nû re deriyên xwe veke?

Şaredar Termont: Erê, Gent herdem bûye bajarekî vekirî û bi tolerans û em dixwazin vê taybetiyê bidomînin. Ji herdemê bêtir deriyê me ji bo kesên ku bi armanca xwendinê an xebatê dixwazin werin Gentê re vekiriye. Lê divê em baldar bin ku pir zêde mirov neyên vir. Di dîrokê de cara ewilî nifûsa bajêr gihîşt 250,000’î. Û Gent nikare heta demeke bêdawî ‘mezin bibe.’

City Mayors: We û meclîsa xwe ya şaredariyê di Sibata 2014’an de ji Komîsyona Ewropayê, Hikumeta Federal a Belcîkayê û Hikumeta Flaman re nameyeke vekirî nivîsand û we di vê nameyê de li ser dijwariyên ku bajêr pê re rû bi rû dimîne yên ji ber qebûlkirin û alîkariya kesên nûhatî yên ji Ewropaya Rojhilat, bi taybetî jî romanên ku ji Slovakya û Bûlgarîstanê, sekinîn. Sebebên we yên ji bo vê însîyatîfê çi bûn?

Şaredar Termont: Bi rastî, di salên dawî de ji Bûlgarîstan û Slovakyayê gelek kes hatin bajêr. Problema sereke ya rêvebiriya lokal ev e ku em dixwazin alîkariya van mirovan bikin lê em ê bikaribin ji bo wan kar bibînin? Ew ê van kesan ciyên ekonomîk û baş ên ji bo lê bimînin ji xwe re bibînin? Eger gelek kesên pêdiviya wan bi alîkariyê hene serî li serwîsên me bidin, bê guman ev yek wê ji kapasîteya me zêdetir be. Hikumetên flaman û belcikî ji bo çareserkirina van probleman divê alîkariya bajarên mezin bikin. Lê beriya her tiştî, divê Ewropa ji bo tunekirina newekhevîtiyê û ji aliyê aborî ve cezakirina welatên ku li dijî welatiyên xwe cudaxwaziyê dikin û ew mecbûr dikin ku terkî welatê xwe bikin têkeve nava hewldanên taybet. Ez dixwazim fonekê ku ‘cezayên pereyan’ ên ji welatên endam bi awayekî werin berhevkirin ku butçeya bajarên ku ji koçberan re xizmetê dikin mezintir bike, bê damezrandin.

City Mayors: Di dema we ya ewilî ya şaredartiyê de Gent armanca rizgariya ji karbonê ya di sala 2050’an de da ber xwe. Ji bo vê hedefê pêşketinekê heye? Wê kêmkirina lêçuyinên bajêr li ser vî hedefî bandorê bike?

Şaredar Termont: Em hîn li benda hedefên 2020’an e ku ev hedefa me ya yekemîn e (ji % 20 kêmkirina CO2). Di 2011’an de, cara ewilî me ji 2007’an û vir ve ji % 9.5 kêmbûna CO2’yê pîvand. Bajarê Gentê ji bo mijarên bi îklîmê re eleqeder 120 milyon Euro xerc dike. Ji aliyê bajêr, sektora kar û kesan ve ku hemû jî hewl didin ku alîkariya pêşketina ji îklîmê re notr a bajêr bikin, projeyên mezin ên cihêreng tên meşandin. Di nava projeyên tên meşandin de pêşketina ‘Oude Dokken’ (Dokên Kevn), li Stora Ensoyê ji sergoyan bidestxistina enerjiya ji bo germkirinê, hewldanên bilindkirina jimara kolanên ji wesayîtan re girtî, plankirina enerjiya bayê, pirtûkxaneyeke enerjiya kêm û navenda medyayê ya ji îklimê re notr jî hene.

GHENT

City Mayors: Di nava planên we yên ji bo dema we ya duyemîn de deh parkên nû û zêdetir destek û teşwîqa ji bo bikaranîna bisiklêtan hene. Gent ji niha ve bajarekî dost ê bisiklêtan e. Bi ya we, van razemeniyan bi giranî ji bo tendurustiyê an ji bo qelîteya derfetên jiyanê ku dixwaze welatî ji şaredar û meclîsê memnûn bin, tên çêkirin?

Şaredar Termont: Eşkereye ku em bi armanca Gent ji bo herkesî bibe ciyekî ku mirov lê bijî –hem ji bo nişteciyan hem ji bo tûrîstan- van tedbîran digirin. Wekî ku em niha jî dikin, em nikarin sotemeniyên fosîl bi kar bînin û hemû trafîka motorîze li bajêr dibe çêbûna partîkulên tozê. Ji ber vê yekê em li welat bajarê herî mezin in ku wesayît lê kêm tên bikaranîn. Ji bo astengkirina vê, em bisikletvaniyê teşwîq dikin û bo nimûne gelek rotayên bisikletan ên baş ava dikin. Bi armanca pêkanîna vê hedefê, me ji bo sala bê 15 milyon Euro veqetand.

City Mayors: Şaredarê herî navdar ê New Yorkê Fiorello La Guardia carekê gotibû “Şaredarê ku nikare pêncî an heftê salên bê bibîne, heq nake ku li meclîsa bajêr bimîne.” Hûn pêşeroja Gentê çawa dibînin?

Şaredar Termont: Destûrê bidin min ku rasterast li sala 2050’yan binêrim. Wê ji vê salê şûn ve Gent bibe bajarekî ji aliyê xwezayê ve notr, wê herkes xwedî karekî baş û xaniyekî paqij be a ku enerjiya xwe hildiberîne. Lê wê bajêr hîn jî zindî û xwedî gelek çalakiyên afirîner be. Û wê li bajêr herkes rûken be û di navbera hev de xwedî têkiliyên baş bin. Wê êdî li wir “mirovên di warê enerjiyê de xizan” tunebin. Ev fanteziyeke utopîk e? Dibe ku wiha be. Lê ji xwe em jî di vê riyê de dimeşin, ne wiha ye? Berî her tiştî, ev daxwazeke serbilind e û başe ku gelek welatiyên Gentê ji bo hevkariyê dilxwazin.

——————-

Vê hevpeyvîna ku ji aliyê Brian Baker ve hatiye kirin, di 03.06.2014’an de di malpera Citymayors.com de hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin. Ji bo xwendina hemû hevpeyvînê bi îngilîzî binêrin: http://www.citymayors.com/mayors/ghent-mayor-termont.html

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …