Şaredarê Cîhanê yê 2014’an tê hilbijartin

 

 

Lîsteya fînalîstên Xelata Şaredarê Cîhanê yê 2014’an diyar bû. Di lîsteyê de 25 şaredarên serfiraz ên ji hemû parzemînên cîhanê ciyê xwe girtin. Îsal ji Tirkiyeyê şaredarê Îzmîrê Ahmet Kocaoglu jî ket nava şeş şaredarên ku ji Asyayê hatin hilbijartin.

Piştî amadekirina lîsteyê, wê bi riya e-maîlan welatiyên ji bajarên ku şaredar li ser kar in dengên xwe bidin. Welatî di heman demê de wê şîroveyên xwe yên di derbarê aliyên erênî û neyênî yên xebata şaredaran de pêşkêş bikin û heta meha Cotmehê bikaribin deng û şîroveyên xwe bişînin. Di dema diyarkirina şaredarê fînalîst de ligel dengan wê şîrove jî bên nirxandin. Piştî pêvajoya nirxandinê, wê şaredarê serkeftî ji aliyê desteyeke Weqfa Şaredarê Bajar bê hilbijartin.

Şaredarên ku dixwazin beşdarî vê pêşbirkê bibin divê Prensîbên Etîk a ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin îmze bikin. Prensîbên Etîk ji 11 xalên ku rêvebiriya lokal a baş teşwîq dike, hatine amadekirin.

world_mayors_2014

 

 

 

Lîsteya fînalîst ji van şaredariyan pêk tê:

Amerîkaya Bakur

 

Şaredarê Calgaryê, Kanada

Şaredarê Houstonê, DYA

Şaredarê Oklahoma Cityê, DYA

Şaredarê Sacramentoyê, DYA

 

Amerîkaya Latîn

 

Şaredarê Belo Horizonteyê, Brezîlya

Şaredarê Guatemala Cityê, Guatemala

Şaredarê Monteriayê, Kolombiya

Şaredarê Sucreyê, Wenezûela

 

Ewropa

 

Şaredarê Gentê, Belcîka

Şaredarê Bordeauxê, Fransa

Şaredarê Selanîkê, Yewnanîstan

Şaredarê Rigayê, Letonya

Şaredarê Ribera de Arribayê, Spanya

Şaredarê Bristolê, Brîtanya

 

Asya

 

Şaredarê Surabaya, Endonezya

Şaredarê Hayfayê, Îsraîl

Şaredarê Iloilo Cityê, Fîlîpîn

Şaredarê Cîdeyê, Erebîstana Siûdî

Şaredarê Seûlê, Koreya Başûr

Şaredarê Îzmîrê, Azîz Kocaoglû

 

Awistralya

 

Şaredarê Sydneyê, Awistralya

 

Afrîka

 

Şaredarê Victoriayê, Afrîka

Şaredarê Mangaung, Afrîkaya Başûr

 

Çavkanî: Worldmayor.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …