Sardînya dixwaze zimanê xwe bike fermî

Konseya Herêmî ya Sardînyayê ji Îtalyayê daxwaz kir ku zimanê sardînî ligel zimanê îtalyanî li Sardînyayê bibe fermî. Konseyê, pêşniyaza ji bo vê armancê hatibû amadekirin qebûl kir ku tê de ji bilî sardînî, daxwaza fermîbûna zimanên din ên li giravê jî dihat kirin.

Partiya Çalakiyê ya Sardînyayê (PSd’Az) di 20’ê Tebaxê de bi pêşniyazekê ji Konseya Herêmî ya giravê daxwaz kir ku Statuya Xweseriyê ya Sardînyayê bê guherandin û bi vî awayî zimanê sardînî li gel îtalyanî li giravê bibe fermî. Di pêşniyazê de tê xwestin ku dersên “dîrok, çand û zimanê sardînî” li hemû dibistanan di hemû astan de bê ferzkirin.

Di heman pêşniyazê de ligel zimanê sardînî, fermîbûna katalanî, sassarî, gallur û tabarçînaya lîgurî li navend û herêmên tên axaftin tên kirin.

sardegna

Partiyê, bi vê armancê di xala yekemîn a Statuya Xweseriyê ya Sardînyayê de guherîn çêkir. Li gorî wersiyona statuyê ya ku guherîn tê de hatiye çêkirin, tê gotin ku “zimanê sardînî zimanê herêma xweser a Sardînyayê ye û tevlî zimanê îtalyanî fermî ye û her welatiyê li Sardînyayê xwedî mafên zanîn û bikaranîna her du zimanan ne.”

Statuya Xweseriyê ya Sardînyayê di 1948’an de bi qanûnekê ji aliyê Parlamentoya Îtalyayê hatibû qebûlkirin. Statu qala fermîbûna zimanan nake û lewma di pratîkê de tekane zimanê fermî yê li Sardînyayê bûye zimanê Îtalyanî. Konseya Herêmî ya Sardînyayê, di 1997’ de bi qanûnekê zimanê sardînî nas kir lê statuyeke fermî neda ziman. Welatiyên giravê di têkiliyên xwe yên bi rêvebiriyê re dikarin ziman bi devkî bi kar bînin û herwiha li dibistanên li giravê sardînî ne derseke mecbûrî ye.

Hemû pêşniyazên ji bo guherîna statuya herêman divê ji aliyê Senato û Parlamentoya Îtalyayê bê qebûlkirin û ji ber ku di senato û parlamentoyê de partiyên siyasî yên ji Sardînyayê nayên temsîlkirin, divê pêşniyaza guherîna statuyê ji aliyê partiyên din bên kirin.

Hin agahî di derbarê Sardînyayê de

Sardînya an jî bi zimanê sardî sardigna, yek ji girava herî mezin a li Derya Spî ye û piştî Sîcilyayê girava duyemîn mezin a Îtalyayê ye. Firehbûna erdê wê 24.090 km² ye û nifûsa wê 1,660,000’e (2006). Herêm di nava herêmên xweser ên Îtalyayê de ne yên ku xwedî statuyên taybetin . Li giravê, parlamentoyek ku wekî Konseya Herêmî ya Sardînyayê tê binavkirin û xwedî mafê qanûnçêkirinê ye û hikumetek giravê heye.

Çavkanî: www.nationalia.info

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …