Samî li Rûsyayê rastî zextan tên

Hêjayî gotinê ye ligel Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî samî ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk a li bakurê Rûsyayê dijîn.

Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê ya dema Sovyetê û Rûsyayê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêma Kolayê daket 2 hezarî.

Hebûna samiyên li herêma Kola ya li bakurê Rûsyayê jî di xetereyê de ye.

Ev miletê li nava qeşa û cemeda Arktîkê dijî, herdem rastî midaxaleyên otorîteyên Rûsyayê tên.

Di demên dawî de çend aktîvîstên samî yên li herêma Mûrmanskê bi hincetên bêbingeh hatin girtin.

Andrey Danilov. Aktîvîstê samî berpirsê Fona Mîrate û Pêşketina Samî ye.

Yek ji wan Andrey Danilov bû ku rêvebiriya Fona Mîrate û Pêşketina Samî dikir.

Danîlov di Tebaxê de ji bo kurtedemekê hat girtin û bi mebesta dawî li aktîvîzma xwe ya ji bo gelê samî bîne, di girtîgehê de gef lê hat xwarin.

Nameya bo Pûtîn û Lavrov

Zêdebûna zextên li ser gelê samî civaka navneteweyî xist nava hereketê û 116 rêxistin û bi dehan şexsiyetên naskirî nameyekê ji serokê Rûsyayê wezîrê karên derve re şandin.

Di nameyê de zextên li dijî aktîvîstên doza gelên xwecî yek bi yek hatin destnîşankirin û ji hukumeta rûs hat xwestin dawî li polîtîkaya xwe ya hişk a di meseleya mafên xweciyan de bîne.

Hêjayî gotinê ye ligel, Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî Samiyan ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk ya li bakurê Rûsyayê dijîn.

Piraniya samiyên li vê herêmê, bi şivantiya pezkoviyan debara xwe dikin û lewma jî hewl didin erdên di destên xwe de biparêzin.

Rastî asîmîlasyonê hatin

Samiyên li girava Kolayê di dema Yekitiya Sovyetê de rastî polîtîkayên talan û asîmîlasyonê hatibûn.

Nîvgirava Kolayê û 4 zaravayên zimanê samî (Skolt, akkala, kildin û ter). Di harîteyê de navên ciyan bi zimanê samî hatine nivîsandin. Mixavin ji dema Sovyetê û vir ve di encama polîtîkaya asîmîlasyonîst de toponomoya samî hatiye guherandin.

Ji bo avakirina kolhozên çandiniyê beşeke mezin ê Samiyan ji erdên xwe hatibûn derxistin.

Di salên 1990’an de jî Rûsya li vê herêmê dest bi lêgerîna çavkaniyên binerdê kiribû û li herêmê xetên gaz û petrolê hatibûn avakirin.

Ev jî bûbû sebeb talana erdên samiyan derkeve asta bilind û koça ji herêmê zêdetir bibe.

Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêmê daket 2 hezarî.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …