Samî li 4 dewletan li ber xwe didin

Ew bi hezaran salan, li ser erdên ji berf û qeşayê, tevlî naxirên pezkoviyan bi serbestî geriyan.

Lê netew-dewletên nû, welatê wan parçe kirin û ew xistin nava tevneke giran a asîmîlasyonê.

 

Digel êş û kulên bindestiya 100 salên dawî, gelê Samî ji bo ji erdên xwe yên dîrokî veneqete, hîn jî li ber xwe dide.

Welatê Sapmî

Her milet nikare li ser vê erda bi berf û qeşa jiyana xwe bidomîne.

Lê gelê Samî, ji 3 hezar salî zêdetir e, wargehek ewqas dûrî derfetên jiyanê, ji xwe re veguherandiye welatekî.

Ne berfa zêde, ne sermayên dijwar û ne jî dûrbûna ji wargehên cîranan nebûye asteng ku van hostayên berfê tevna xwe ya civakî li vî erdî ava bikin.

Û bi hezaran salan şivanên Samiyan dane pêş naxirên pezkoviyan û bi serbilindî, li her aliyê vî erda rût û sar geriyane.

Pezkovî, ji dîrokê û vir ve yekemîn çavkaniya debara Samiyan bûye.

Ligel goşt û çermê wê yê zexm, pezkovî di heman demê de ji Samiyan bûye navgîna hatûçûnê jî.


Huzûr û aramiya Samiyên xwedî naxirên pezkoviyan, ji sedsala 17’emîn û şûn ve wê gav bi gav xera bûna. Netew-dewletên Skandînavyayê erdên Samiyan di nav xwe de parve kirin û dest bi dagirkirina erdên wan kirin.

Hejmara wan niha kêm bibe jî samî hîn pezkoviyan xwedî dikin

Lê huzûr û aramiya Samiyên xwedî naxirên pezkoviyan, ji sedsala 17’emîn û şûn ve wê gav bi gav xera bûna.

Netew-dewletên Skandînavyayê erdên Samiyan di nav xwe de parve kirin û dest bi dagirkirina erdên wan kirin.

Ev dewletên nû, Norwêç, Swêd û Fînlandiya bûn û paşê Rûsya jî tevlî van dewletan bû.

Mîsyonerên Xrîstiyan, ligel dewleta xwe cî girtin û ji bo kolonîzasyona xaka Samîyan ketin nava tevgerê.

Samî wekî miletekî “paşverû” hat binavkirin û ji bo tunekirina çand, ziman û ola wan, planên berfireh hatin meşandin.

Asîmîlasyona herî xedar a li ser Samiyan, piştî sala 1840’î li Norwecê pêk hat. Norwêc di 1889’an de perwerdeya ferz a 7 salan da destpêkirin û bi darê zorê zarokên Samiyan li dibistanan kom kir.

Di sedsala 19’emîn de perwerdeya bi zimanê norwêcî û her du zimanên dewketên din ên Skandînavyayê li ser samiyan hat ferzkirin

Kesên stranên Samiyan bigotana an li defa Samiyan bidana, wê êdî rastî zilmê, heta cezaya îdamê bihata.

Asîmîlasyona herî xedar a li ser Samiyan, piştî sala 1840’î li Norwecê pêk hat.

Norwêc di 1889’an de perwerdeya ferz a 7 salan da destpêkirin û bi darê zorê zarokên Samiyan li dibistanan kom kir.

Ev dibistan, li aliyekî ve jî ji bo zarok ji dê û bavên xwe bên qutkirin hatin bikaranîn.

Herwiha di vê demê de axaftina bi zimanê Samî li dibistan û saziyên fermî hatin qedexekirin.

Dîmeneke dîrokî ya komeke samiyên li ser erdê xwe dijîn

Û mafê xwedîtiya erdan, bi şerta zanîna zimanê Norwecî ve hat girêdan.

Ev polîtîkaya asîmîlasyonê ya Norwêcê, heta sala 1980’an bênavber dom dikir.

Swêd û Fînlandiya jî di meseleya asîmîlasyonê de dan ser şopa Norwêcê.

Li herêmên samiyan perwerdeya bi zimanê swêdî û fînî hat ferzkirin û mîsyoner gund bi gund ji bo belavkirina xrîstiyaniyê xebitîn.

Li aliyekî din, Samiyên li herêma Kola ya li Rûsyayê dijiyan, rastî polîtîkayên talana aborî û xwezayê hatin.

Di dema Sovyetê de ji bo avakirina kolhozên çandiniyê beşeke mezin samiyan ji erdên xwe hatin derxistin.

Di salên 70’yan û pê ve jî her sê dewletên Skandînavyayê gav bi gav hebûna gelê samî naskirin. Bi dû vê re jî, mafên siyasî, aborî û ziman ji bo civaka samî ketin meriyetê.

Malbateke samî ya li ser erdên bavûkalan

Di salên 1990’an de, Rûsya li vê herêmê dest bi lêgerîna çavkaniyên binerdê kirin û li herêmê xetên gaz û petrolê hatin avakirin.

Bi berxwedana gelê Sami, ji salên 1960’an û şûn ve asîmîlasyona çand û ziman hat sistkirin.

Û ji salên 70’yan û pê ve jî her sê dewletên Skandînavyayê gav bi gav hebûna gelê samî naskirin.

Bi dû vê re jî, mafên siyasî, aborî û ziman ji bo civaka samî ketin meriyetê.

Pêşiyê, di 1973’an de li Fînlandiyayê parlemeneke samiyan hat damezrandin.

Paşê, di 1989’an de Parlemena Samî ya Norwêcê derket holê.

Lê Samiyên li Skandînavyayê mafên heyî têr nabînîn û doza xweseriyeke berfireh dikin. Helbet ne diyare ka wê dewletên Skandînavyayê di vê meseleyê de çawa tevbigerin. Lê ji niha ve tiştekî diyar ev e, gelek ji samiyan dixwazin jiyana li ser şopa pêşiyan a li vê erda bi berf û qeşa bidomînin.

Rûniştineke Parlemena Samiyan a li Norwêcê

Di 1993’an de îcar Swêd nasnameya Samiyan naskir û pê re parlemena Samiyan hat damezrandin.

Ev parlemen, ji polîtîkayê zêdetir di qada otonomiya çandî de xebatan dimeşînin.

Ligel hebûna parlemenan, li her sê welatan mafê perwerdeya bi zimanê Samî jî hatiye naskirin.

Berevajiya van dewletan, Rûsya heta niha hebûna gelê samî ya li nava sînorên xwe qebûl nekiriye.

Hejmara samiyên li her çar welatan niha 135 hezare û nîvê ji vê nifûsê li ser erdên xwe dijî.

Lê Samiyên li Skandînavyayê mafên heyî têr nabînîn û doza xweseriyeke berfireh dikin. 

Helbet ne diyare ka wê dewletên Skandînavyayê di vê meseleyê de çawa tevbigerin.

Lê ji niha ve tiştekî diyar ev e, gelek ji samiyan dixwazin jiyana li ser şopa pêşiyan a li vê erda bi berf û qeşa bidomînin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …