Sahraya Rojava 40 sal in li benda self-determînasyonê ye

 

 

Koloniya kevn a Îspanyayê hîn jî di bin dagirkeriya Fasê de ye û vê dewletê heta niha nehiştiye referandûma self-determînasyonê bê lidarxistin.

Peymana Sêalî ya Madrîdê ku di 14’ê Mijdara 1976’an hatibû îmzekirin, îsal 40 salan li dûv xwe dihêle. Bi vê peymanê, Îspanya ji Sahraya Rojava vekişiya û erdên welat da destên Fas û Morîtanyayê. Ji wê salê û şûn ve gelê Sahrayê ji bo doza diyarkirina qedera xwe têkoşîneke bê navber dimeşîne.

Di serdana Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî-Mûn a hefteya borî ya Îspanyayê de meseleya Sahraya Rojava careke din hat rojevê. Li bajarê Segoviayê Komeleya Dostên Gelê Sahrawî nameyekê ku tê de daxwazên tevgera Sahrayê cî digirt, radestî Mûn kir.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku NY di 1943’an de Sahraya Rojava wekî erdekî ne xwedî mafê xwebirêvebirinê ye diyar kiriye û lewma divê heta niha vî erdî ji statuya kolonîbûnê bihatana rizgarkirin. Lê Îspanya li pêşiya kolonîzasyona Fasê ya di navbera 1975-76’an de ya li ser hemû erdên Sahraya Rojava asteng nebûye.

Di heman nameyê de ji ber çavgirtina li rewşa vî welatî NY’jî tê rexnekirin û bang li vê rêxistinê tê kirin ku ji bo pêkanîna mafê self-determînasyonê yê gelê sahrawî alîkariya lidarxistina referandûmeke demokratîk bike. Bi armanca avêtina vê gava dekolonîzayonê, ji NY’yê re hat pêşniyazkirin ku wekî Rêvebiriya Demî ya NY ya Tîmora Rojhilat li Sahraya Rojava jî rêvebiriyeke di bin kontrola NY’yê de bê damezrandin. Bi armanca dekolonîzasyona Tîmora Rojhilat ya di destê Endonezyayê de Rêvebiriya Demî ya NY ya Tîmora Rojhilat hatibû damezrandin û hêzên rêvebirinê yên berfireh transferê vê rêvebiriyê hatibû kirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …