Sacco û Vanzettî bûn qurbanên kapîtalîzma amerîkî

Dewletên kapîtalîst, li ser xwedîtiya milkan hatine damezrandin û hemû sîstem ji bo sermaye di destên derdorên malmezin de bicive, hatiye dîzaynkirin

Lewma kesên şoreşger ku doza hilweşandina vê sîstema li dijî mirovahî û ekolojiyê dikin, yekemîn dijminên dewletê tên hesibandin

Beriya 93 salan, bûyereke bi vî rengî pêk hat û du anarşîstên bi eslê xwe îtalyan, bûn qurbana kapîtalîzma Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Di dawiya sedsala 19’an de bi pêşketina kapîtalîzma amerîkî, gelek xizanên li seranserê cîhanê ji bo jiyaneke nû koçî vî welatî dikirin.

Yek ji derdorên koçber ku bi koça xwe ya girseyî derdiket pêş, Îtalyan bûn.

Bi tenê, di 15 salên destpêkê yên sedsala 20. de 3 milyon kesên ji herêmên xizan ên başûrê Îtalyayê, koçî Amerîkayê kirin.

Komeke koçberên îtalî yên li girava Ellis a li Newyorkê

Kesên nûhatî, bi heqdesteke pir kêm, incax dikaribûn di sektorên herî giran û xetere de bibin xwedî derfeta karekî.

Lê demek şûn de êdî sanayiya amerîkî ji karkeran têr bûbû û di 1924’an de ji bo sînorkirina koçberiya ji Îtalyayê kotayek hat diyarkirin.

Yek ji sebebê vê jî ev bû ku Îtalyan bi nasnameya xwe ya Derya Spî ya ji li hemberê miletên din xwedî tolerans bû, ji aliyê sîstema nîjadperest a amerîkî xetere dihatin hesibandin.

Û ev helwestên li dijî karkeran û nasnemaya etnîk a Îtalyanan, rojane bi zext û êrişên polêsan pratîze dibû.

Çima Sacco û Vanzetti hatin girtin?

Du koçberên Îtalyan Nicola Sacco û Bartolomeo Vanzetti ku tevlî karwana koçberan hatibûn vî welatî, li hember cudaxwaziya sîstemîk xebatên siyasî dimeşandin.

Her du heval şopgerên anarşîstê Îtalyan Lûîcî Galleanî bûn û alîgirên şoreşeke civakî ya li Amerîkayê bûn.

Ev sebeb têr dikir ku rêvebiriya Amerîkî, ji bo tunekirina li hinceta bigere.

Û derfeta zêrîn bi cînayeteke di 1920’an de ket destê rêvebiriyê.

Herdu anarşîstên îtalyan, ji ber kuştina sermiyandarek û xebatkarê wî hatin sûcdarkirin.

Biryara kuştina her du hevalên anarşîst

Juriya amerîkî bêyî dadkirineke adil, gihîşt encamê û biryara kuştina Sacco û Vanzettî da.

Lê herkes dizanibû, sebebên esasî ya vê biryarê polîtîkaya li dijî koçberên îtalyanan û xebatên rêxistinên anarşîst bû.

Manşeta rojnameya Industrial Worker

Piştî eşkerekirina biryarê ji li Amerîka, Îtalya, Brîtanya, Almanyayê li hin welatên din protestoyên girseyî hatin lidarxistin.

Lêbelê juriya ku wekî parazvanê kapîtalîzma amerîkî tevgeriyabû tu rehma wê tune bû û biryar paşve nehat girtin.

Di 23’yê tebaxa 1927’an de Sacco û Vanzettî li ser sendeliya bi elektrîkê hatin rûniştandin û li ber çavên nûnerên parazvanên sîstemê nefesa xwe ya dawî dan.

Bartolomeo Vanzettî kurtedemek beriya kuştina xwe bi van gotinan wateya wê roja reş wiha îfade kiribû:

Rojnameyeke amerîkî kuştina herdu anarşîstên îtalyan radigihîne

Ez dikaribûm bêyî haya kesî ji min hebe, bimirim. Lê niha me deng veda. Ev serfiraziya me ye. Heta niha me ji bo aştî û aramiya civakê gelek tişt kirin. Lê niha, bi mirina xwe em vê derdixin asta herî bilind. Jiyan û êşên me ne xem in! Ma bi kuştina hostayeke pêlavan û masîgirek xizan wê çi têkeve destên we? Ev kêliya dawî serfiraziya me ye!

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …