Rojnameya îrlandî ya înternetê tê damezrandin

 

 

Saziya zimanê îrlandî Foras na Gaeilge da xuyakirin ku ew ji bo weşandina rojnameyeke înternetê ya bi zimanê îrlandî amadekariyan dike. Piştî girtina du rojnameyên bi îrlandî ya di nêzîk de, vê biryarê ji bo rojnamegeriya bi zimanê îrlandî ji nû ve hêviyê zêde kir.

Di meha Sibatê ya 2013’an de Foras na Gaeilge dabû xuyakirin ku ji ber firotina kêm, êdî ew ê rojnameya heftane Gaelsceal fînanse neke û ev jî bûbû sebeb ku rojname weşana xwe bide sekinandin. Gaelsceal rojnameyeke heftane bû û tîraja wê qasî 1,300 bû. Hin xebatkarên rojnameyê ji bo vê biryarê saziya ziman rexne kiribûn û diyar kiribûn ku Foras na Gaeilge ji rojnameyê xwestiye bigihîje hedefên ku ne gihîştina wan ne mimkûn e.

Di dawiya sala 2013’an de weşana rojnameyeke din a bi îrlandî Foinse jî sekinîbû. Rojnameya ku di 1996’an de hatibû damezrandin, ji aliyê Foras na Gaeilgeyê dihat fînansekirin. Piştî ku vê saziyê alîkariya aborî ya ji bo rojnameyê dabû sekinandin, Foinse ji nû ve hatibû dîzaynkirin û ji aliyê rojnameya Irish Independent ve wekî pêvek hatibû weşandin. Lê di dawiya vê salê de Irish Independent di dewsa Foinseyê de dest bi weşandina pêvekeke din ku edîtor û xebatkarên wê cûdabûn kiribû û bi vî awayî dawî li weşana Foinseyê hatibû anîn.

Di daxuyaniya Foras na Gaeilgeyê de hatibû diyarkirin ku formata çapkirî ji bo rojnamegeriya bî îrlandî ne riya herî baş e û di dewsa wê de weşandina rojnameyeke înternernetê ya heftane baştir e. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku di vê rojnameya nû de wê nûçeyên herêmî, neteweyî û yên li ser zîmanê îrlandî bên dayîn û wergera ji îngilîzî neyê tercîhkirin. Herwiha, hatibû gotin ku divê vê rojnameyê bibe platforma ji bo nifşê nû yê rojnamegerên ku bi îrlandî weşanê dikin.

Kesên ku dixwazin di vê rojnameyê de bixebitin divê formeke serîlêdanê dadigirin û dîtinên xwe yên di derbarê naverok û formata weşandina nûçeyên herêmî, neteweyî, navneteweyî, zimanê îrlandî, sporê de û gotar, karton, huner û wêjeya bi îrlandî de binivîsin. Li gorî prosedûrê, piştî serîlêdanê saziya ziman wê bi kesên serî lê dane re hevdîtinekê pêk bîne û xebatkaran hilbijêre.

Wê butçeya rojnameya dîjîtal a nû ji bo çar salan qasî 1.2 milyon Euro be ku ji butçeya ji bo rojnameya Gaelsceal hatibû diyarkirin kêmtir e.

Çavkanî: Gaelport.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …