Rojhilatiyan xwestin kurdî bibe zimanê perwerdeyê

“Li Îranê  zimanê kurdî, tirkî, erebî, belûcî û tirkmenî weke zimanên dayikê tên zanîn. Lê li Îranê sîstemek yekzimanî didin avakirin û bi vê sîstemê re dixwazin tevahî ziman û neteweyên din tune bikin. Bi derxistina aloziya di nava neteweyan de vê yekê hîn baştir bi cih tînin.”

10 rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajarê Merîwanê ya parêzgeha Sine, bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyaniye nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mirina zimanê dayikê tê wateya tunekirina neteweyan û wiha hat domandin: “Li ser civakê ziman û rêgezperestiya welatekî din didin ferzkirin. Eger tu rêgezperestiyê li ser ziman, bawerî, bîrdozî û hemû aliyên civakê bikî, ev tê wateya tunekirina civakê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 200 welatên cîhanê de, Îran yek ji wan welatên ku xwendina zimanê kurdî asteng dike ye û wiha hat gotin: “Ji ber ku tehemula wan ji bo ziman, netewe û wêjeya tu netewên din re nîne, vê yekê ji xwe re weke şikestinekê dibînin. Projeyên yek ziman çêdikin û girîngiyê nadin zimanê tu neteweyên din yê di nava xaka welatê wan de dikin. Bi milyonan mirov nikarin bi zimanê dayika xwe biaxivin, ev yek tê wateya asîmîlekirin û qedexekirinê.”

Di daxuyaniyê de ziman û neteweyên li Îranê dijîn hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Li Îranê  zimanê kurdî, tirkî, erebî, belûcî û tirkmenî weke zimanên dayikê tên zanîn. Lê li Îranê sîstemek yekzimanî didin avakirin û bi vê sîstemê re dixwazin tevahî ziman û neteweyên din tune bikin. Bi derxistina aloziya di nava neteweyan de vê yekê hîn baştir bi cih tînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Îranê bi awayekî sîstematîk di nava civakê de yek zimanî tê ferzkirin û hat gotin ku di roja zimanê dayikê ya cîhanê de civak ji maf, xwendin û fêrkirinê bêpar hatiye hiştin, bi vê yekê re jî civakek nexweş tê avakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Em weke nûner û hişmendên rastiyê yên vê civak û vî niştimanî, daxwaz dikin ku sîstemeke pirzimanî li Îranê bê avakirin. Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li hemû dibistanên  Kurdistanê yên li Îranê bê fermîkirin.”

Navê Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne;

Meclisa Ferhengî ya Wêjeya Merîwanê

Meclisa Ferhengî ya Hunera Vejîn

Navenda Zanistê ya Ferhenga Ronahî

Meclisa Xelkê ya Pêşîlêgirtina Madeyên Hişber a Jiyanê

Meclisa Keskahiya Çiyayan

Meclisa Fehengî ya Wêjeya Rocyar

Meclisa Nimaîş ya Merîwan

Yekitiya Mamostayên Baweriyê ya Merîwanê, Hewreman û Yemame

Meclisa Karê Mamostayên Merîwanê

Meclisa Salmetî ya Jin.

Jêder: E-rojname

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …