Home / Autonomos / Rojhilata Navîn û pêdiviya guherîna sînoran

Rojhilata Navîn û pêdiviya guherîna sînoran

Rojnameya amerîkî ya xwedî prestîj New York Times li ser pêdiviya guherîna sînorên hin welatên li Rojhilata Navîn û pêkhatina hin dewletan de gotareke balkêş weşand. Di gotara ji aliyê Robin Wright hatibû nivîsandin de pêdiviya pêkhatina dewletên nû ji nava Iraq, Sûriye, Lîbya û Yemenê tê vegotin.

Di gotara bi navê “Xeyalkirina Rojhilata Navîn a ku ji nû ve nexşeya wê hatiye çêkirin” de li ser pêdiviya parçebûna dewletên navborî van agahiyan hatine dayîn:

Sûriye: “Welat di navbera sê herêman de hatiye parvekirin ku her yek ji wan xwedî al û hêzên xwe yên ewlekariyê ne. Dewleteke biçûk û teng berûberê korîdorekê ji başûr bi riya Şam, Hums û Hamayê heta peravên bakurê Derya Spî ku ji aliyê mezheba alewî ya kêmar a Esad tê kontrolkirin, dirêj dibe.  Li bakur, Kurdistaneke biçûk ji nîvê 2012’an heta niha bi giranî xweser e. Herêma herî mezin jî erdên ku sunî lê serdest  in.”

Iraq: “Di nava demê de kêmara sunî  -piranî ya li Wilayeta Anbarê ku qadeke protestoyên dij-hikumetê ye- wisa xuya ye ku xwe nêzîkî suniyên ku piraniya rojhilata Sûriyeyê pêk tînin, dibînin. Têkiliyên eşîriyê û kaçaxçîtî sînoran derbas dikin. Her du erd bi hev re Sunîstana de facto an fermî pêk tînin. Digel ku cihêbûn ewqas zelal ne be jî, başûrê Iraqê bi awayekî bi tesîr wê bibe Şiîstan.”

Lîbya: “Serhildana Lîbyayê ji aliyekî ve li hemberê îktîdara albay Muammer Qadafî bû. Lê di heman demê de lêgerîna Bîngaziyê ya ji bo veqetîna ji serdestiya Trîpoliyê jî nîşan dida. Berê Trîpolîyî li Maxrîbê ango li cîhana îslamî ya rojava ye lê berê Sîrenaîkî li Maşrîq ango li rojhilata cîhana îslamê ye. Ji vê jî zêdetir, digel ku rojhilat ji % 80’yî zêdetir petrolê peyde dike, paytext dest datîne ser dahatên petrolê. Konseya Neteweyî ya Sîrenaîkayê ya li rojhilata Lîbyayê di Hezîranê de xweseriyê îlan kir. Di heman demê de başûrê Fîzanê jî xwedî nasnameya eşîrî û coxrafî ye. Ev der di warê çand, eşîran û nasnameyê de ji bakurê Afrîkayê bêtir sahrayî ye.”

Yemen: Yemen, Piştî jikarxistina dîktatorê xwe yê demdirêj, bi armanca nîqaşkirina pergaleke nû di Adarê de Diyaloga Neteweyî da destpêkirin. Lê li welatê ku demeke dirêj bi serhildaneke bakur û cihêxwazên başûr hatiye parçekirin, serfiraziya domdar dibe ku girêdayî hembêzkirina fikra federasyonê û ji bo di warê veqetînê de dengdayinê li dar bixe, sozdayina ji başûr re ye. Nexşeyeke nû dibe ku bêtir miraqa mirov zêde bike. Ereb di warê di dawiyê de yekbûna parçeyeke başûrê Yemenê bi Erebîstana Siûdî re, nîqaşê dikin. Piraniya başûrî wekî piraniya Erebîstana Siûdî sunî ne; malbatên gelek kesan li Erebîstanê ne. Erebên herî xizan ên yemenî dikarin ji zengîniya Erebîstanê sûd wergirin. Di berdêla vê de, siûdî ji bo bazirganiyê dikarin xwe bigihîjînin Deryaya Ereb û girêdayina xwe ya bi Kendava Fars û tirsa kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuz kêm bikin.

Di gotarê de bi kurtahî li ser îhtimala parçebûna Erebîstana Siûdî hin agahî tên dayîn û tê destnîşankirin ku digel başbûna rewşa wê ya aborî, tansiyona di navbera piraniya sunî û kêmara şiî de bi giranî li herêma rojhilat ku bi petrola xwe zengîn e, didome.

Herwiha di gotarê de li ser îhtimala pêkhatina bajar-dewletan jî hin agahî hatine dayîn. Li gorî vê, bajarên wekî Bexdayê ku xwedî pirnasnameyî ne, Mîsûrata ku bajarê sêyemîn mezin ê Lîbyayê ye û xwe baş biçek kiriye û erdên homojen ên wekî Cebel el-Duruza li başûrê Sûriyeyê, digel ku bi awayekî teknîkî di nava hin welatan de bin jî, dikarin statuya xwe bilind bikin.

Çavkanî: www.nytimes.com

 

 

About infowelat.com

Check Also

Tîrola Başûr

Profîl Nifûs: 530,000 (2018) Berfirehbûn: 7,399.97 km2 Paytext: Bozen/Bolzano Ziman: Almanî, îtalyanî, ladînî (% 62.3 almanî, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *