Rociya mirinê 33 sal berê bû

 

 

Li Tirkiyeyê cara yekemîn rociya mirinê ya mezin ji aliyê girtiyên PKK’ê ve li Amedê hat destpêkirin.  

Di ser berxwedana rociya mirinê ya Girtîgeha Amedê re 33 sal derbas bûn. Di rociya mirinê ya Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya di 1982’an de çar endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek jiyana xwe ji dest dan

Piştî cûntaya leşkerî ku di 12 Îlona 1980’an de li Tirkiyeyê darbeyek pêk anî, êrîşên li dijî hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ku di nava wan de hêzên welatparêz ên kurd jî hebûn, gihîşt asta herî bilind. Bi taybetî, Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di vê demê de wekî navenda îşkence û her cure zilma li dijî kadroyên PKK’ê û hêzên din ên kurd hat bikaranîn.

tumblr_mpxtyq3PkB1s1h0eyo1_1280

Di vê girtîgehê de cara pêşiyê Mazlûm Dogan ji bo protestokirina zilmê di 21’ê Adara 1982’an de xwe şewitand. Bi dûv vê çalakiyê re, di 18’yê Gulana heman salê de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner xwe şewitandin.

Digel van çalakiyan jî zilm û zora li dijî girtîyan berdewam kir. Di 14 Tîrmeha 1982’an de bi armanca protestokirina zilma li ser girtiyan û astengkirina parastina girtiyan a li dadgehê, rociya mirinê hat destpêkirin. Biryara çalakiyê di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê Mehmet Hayrî Dûrmûş ve li dadgeha leşkerî hat îlankirin. Ligel Kemal, Elî û Akîf gelek girtiyen din jî beşdarê vê çalakiyê bûn.

Di encama çalakiyê de, Kemal Pîr di 7’ê Îlonê, Mehmet Hayrî Dûrmûş di 13 Îlonê de, Akîf Yilmaz di 15 Îlonê de û Elî Çîçek 17 Îlonê de jîyana xwe ji dest dan.

bobby_sands-poster2

Bobby Sands û rociya mirinê

Di vê sedsala me de cara ewilî Bobby Sands û hevalên wî rociya mirinê xistin rojeva cîhanê. Bobby Sansds ku têkoşêrê doza serxwebûna Îrlandayê bû, bi mebesta proteskorina kiryarên dagirkerên îngilîz, di 1981’an de tevlî hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kir. Di dema vê çalakiyê de Sands di hilbijartinê herêmî de bû endamê Parlamentoya Brîtanyayê yê rêxistina Antî H-Blokê.

Çalakiya Sands di 1’ê Adara 1981’an de li Girtîgeha Mazeê yê nêzîkî Belfastê dest pê kir û ji ber ku rêvebiriya îngilîz daxwazên çalakvanan qebûl nekir 10 çalakvan li dûv hev mirin. Sands piştî 66 rojan, di 5’ê Gulanê de mir û ji bo wî merasîmeke bi heybet ku 100,000 kes beşdar bû, hat lidarxistin. Piştî vê encamê, siyaseta neteweperest a Îrlandaya Bakur bêtir radîkal bû û Sinn Fein bû partiya sereke ya gelê katolîk.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …