Rewşa li dor telekanala tatarên Qirimê provokasyona li dijî Rûsyayê ye?

 

 

 

Enqereyê delegasyoneke nefermî amade kir ku di demeke nêz de ji bo lêkolînkirina rewşa tatarên Qirimê ber bi wî bajarî ve bişîne. Balyozê Rûsyayê yê li Tirkîyeyê Andrey Karlov hêj di meha Sibatê de ragihandibû, ku delegasyoneke nefermî ya ji Tirkîyeyê wê serdana Qirimê bike, ku rewşa tatarên li wî bajarî lêkolîn bike. Di nav wê delegasyonê de sîyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî û karsaz cih digirin.

Tê ragihandin, ku mijara girtina telekanala ATR`yê jî wê bête lêkolînkirin. Ruxseta kanala televîzyona ATR ji alîyê organên fermî yên Ûkraynayê ve hatibû dayîn. Yasayên Rûsyayê jî daxwaz dike, ku ruxseta rûsî bête wergirtin û yên wê daxwazê bi cih neynin nikarin xebatên xwe berdewam bikin. Kanala ART`ê weşana xwe şeva 1`ê Nîsanê da rawestandin. Roja 2`yê Nîsanê rêxistinên civakî, karmend û nûnerên bazirganîyê yên tatarên Qirimê biryar dan, ku kompanîyeke nû ya radyo-televîzyonê saz bikin.

Aktîvîstê îslamî û rojnamevanê ji Qirimê Tayan Çolxanov ji “Spûtnîk“ê re behsa amedekarîyên serdana delekasyona tirk û têkilîyên tatarên Qirimê yên bi Tirkîyeyê re kir:

“Delegasyona tirk ya wê serdana Qirimê bike, dixwaze rewşa li dor telekanala ATR`yê jî lêkolîn bike. ATR navgîna kommûnîkasyonê ya tataran bû. Ez hewldanên lêkolînên li ser girtina ATR`ê wek provokasyon bi nav dikim. Kanala ART elbet dihate rexnekirin jî. Ji ber ku naveroka weşanên wê ne anegorê felsefeya îslamê bûn. Mirov ji weşanên li dijî Rûsyayê aciz bûn. Ebû Yahya Krimskî jî di wê kanalê de bername çêdikir, ku her kes dizane ew wehabî ye.

Girtina telekanalê berî serdana delegasyona tirk hate pêkanîn û delegasyon jî wê hewl bide, ku wê rewşê bikar bîne. Vejandina telekanalê êdî ne pêkan e. Heta tê gotin, ku kesê di kanala nû de kar bike, xiyanetkar e. Ji me re kanalên li dijî Rûsyayê ne pêwist in.

Delekasyona tirk a amadekarîyên serdana Qirimê dike, wê bi germî bête pêşwazîkirin. Gelek pirs hene yên me dixwest em bi wan re gotûbêj bikin, lê li gor nêrîna min, ewê zêdetir mijara girtina telekanalê bikolin. Hemû pirsên hevkarîya navçandeyî ve girêdayî yên di axafina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê de hatinî gotûbêjkirin, wê di bin siha girtina ATR`ê de bimînin“.

Jêder: http://krd.sputniknews.com/kurdish.ruvr.ru/2015_04_04/283616311/

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …