Rewşa kêmarên Îranê li NY’yê hat nîqaşkirin

 

 

Di çarçoveya 26’emîn civîna Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de, bi armanca bilindkirina hişmendiya li ser cudaxwaziya li dijî kêmarên li Îranê, rêxistinên parastina mafên mirov, kêmarên etnîk û jinê li hev civîyan.

Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO), Tevgera li Dijî Nîjadperestiyê û ji bo Hevalbendiya di Navbera Gelan de (MRAP), Pêşketina Perwerdeyê ya Navneteweyî, Komeleya Gelên di bin Tehdîtê de ne û Komeleya Navneteweyî ya Mafên Mirov ên Jinê (WHRIA) di 13’yê Hezîranê de beşdarê civîna li ser zext û çewsandinên kêmarên li Îranê bûn.

Îran ji aliyê çandî ve welatekî cihêreng e û li welat van komên olî û etnîk dijîn: faris, azeriyên tirk, kurd, belûc, erebên ahwazî, lor, ermen û bahayî. Lê di dewsa ku vê cihêrengiya zengîn hembêz bike, Komara Îslamî ya Îranê bi armanca afirandina civakeke homojen ku tê de herkes bi zimanê farisî diaxive, kêmaran asîmîle dike.

Kêmarên li Îranê di heman demê de rastî marjînalbûna aboriyê tên. Digel ku herêmên kêmar ji aliyê çavkaniyan pir zengînin, rêjeya bêkarbûnê û xizaniyê piranî li van herêman bilind e. Yek ji sebeba vê meseleyê ev e ku ji bo bidestxistina karên dewletê hin pîvan ji aliyê dewleta Îranê ve hatine tespîtkirin ku pîvana olê jî di nava wan de ye. Ji bilî vê, destnanîna ser erdên kêmaran, bi awayekî xerab bikaranîna çavkaniyên avê û çandiniyê li herêmên kêmaran pir tên dîtin.

Language-Map

Li aliyekî din, kêmarên li vî welatî nekarin bi awayekî serbest çand û ola xwe bijîn û mafên zimanên wan tên binpêkirin. Digel ku mafê bikaranîna zimanên herêmî û yên eşîran a di qadên fermî de ji aliyê destûra bingehîn ve hatiye dayîn, di pratîkê de rewş ne wiha ye û aktîvîstên vî mafî bi kar tînin rastî êrîş û cezayê tên. Li Îranê îslama şiî ola “neteweyî ye” û  bi tenê hebûna çend olên kêmaran tên naskirin. Olên din ku di nava wan de îslama sunî jî heye nayên naskirin. Li Tehranê destûr nayê dayîn ku ji bo milyoneke sunî yên li bajêr dijîn mizgeftekê bê avakirin.

Dema kêmar vê rewşê rexne dikin tên windakirin, girtin û cezakirin. Carinan kesên wiha mecbûr tên hiştin ku di televîzyona neteweyî de sûcên xwe îtiraf bikin û heta ew bi hinceta “dijminahiya li dijî xwedê an Muhemed” an bi sûcdariya komploya li dijî Komara Îslamî ya Îranê tên dardekirin. Rewş di bin rêvebiriya Rûhanî de pêş neketiye, heta jimara endamên kêmaran ên hatine dardekirin zêde bûye.

Çavkanî: Unpo.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Baydemir: Raportorên ewropî cih nadin bûyerê dijî kurdan

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî Osman Baydemîr di heyeta baskê parlamentoya Tirkiyeyê de bi …