Rewşa hilbijartinan li Rojhilatê Kurdistanê

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdana bo hilbijartina nûnerên Civata Şûra ya û Civata Pisporên Rêberî berdewam e. Aliyên siyasî ji bo bidestxistina 290 kursiyên Civata Şûra û 88 kursiyên Civata pisporan hevrikiyê dikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, hejmara kesên ku berê xwe didin navendên dengdanê kêm e, li gor agahiyên tên belavkirin jî li hin bajaran heta danê nîvroyê tevgera dengderan nebû.

Di van hilbijartinan de, mafê dengdanê yê 5,5 milyon kesên Kurd heye. Hikûmeta Îranê jî 101 hezar kes ji hêzên ewlekariyê li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Azerbeycana Rojava belav kirine.

Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 5 hezar û 232 navend û binkeyên dengdanê hatine vekirin. Di vê proseyê de jî 259 berbijêr bo bidestxistina 29 kursiyan hevrikiyê dikin.

Li gor ajansa Kurdpa jî, ku taybet e bi nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Merîwan heta danê nîvroyê tevgere li binke û navdenên dengdanê nebû. Lê piştî nîvroyê hin kesan dengên xwe bikar anîn.

Li bajarê Sine jî, fermandeyên bajêr daxwaz ji grûpa sema û dîlanê kiriye ku li binkeyên dengdanê çalakiyan bikin, ji bo ku xelkê bikşînin ser sendoqan.

Jêder: Kurdistan24.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …