Rejîma Talîbanê salek li dûv xwe hişt

Li Afganistanê, rêvebiriya Talîbanê tam salekê li dûv xwe hişt

Ji ber krîza aboriyê, piraniya nifûsa welêt bi xizaniyê, feqîriyê perîşan bû

Keç û kur ji ber tunebûba çavkaniyên debarê ji dibistanan hatin derxistin

Keç di temenê xwe yên biçûk de neçar hatin hiştin bizewicin

Di 15’ê Tebaxa 2021’an de Talibanê bêyî ku fîşekekî biteqîne kete Kabîlê û dest danî ser Afganistanê.

Rêvebiriya Talîbanê çend roj şûn de civînekê li dar xist û rejîma xwe ya Îslamî ragihand.

Di rejîma nû de mafên kêmarên olî û jinê dihatin bisînorkirin û bi darê zorê qaydeyên şerîetê li ser civakê dihat ferzkirin.

Digel di ser rêvebiriyaTalîbanê re salek derbas bû, tu problemên bingehîn yên Afganistanê nehatin çareserkirin.

Xizanî û birçîbûn

Berevajiya vê, aboriya lawaz a welêt gav bi gav xera bû û xizanî bi bayê bezê di nava civakê de belav bû.

Di dema Talîbanê de aborî bi tevahî hilweşiya û gelek kesan çavkaniyên xwe yên debarê winda kirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Afganistanê niha ji sedî 95’ê civakê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Kêmaniya xwarinê bi taybetî bandorê li zarokên biçûk dike û dibe sebeb rojane gelek zarok jiyana xwe ji dest bidin.

Zarok terka dibistanan kirin

Ji ber tunebûna çavkaniyên debarê, li gelek aliyên welêt zarokên keç û kur ji dibistanan tên derxistin.

Zarokên kur neçar dimînin berê xwe bidin bazara kar û bi heqdesteke gelek kêm xebatê bikin.

Herçî zarokên keç in, ew jî bi zora malbatê di temenê xwe yên biçûk de tên zewicandin.

Malbat diyar dikin, tu derfetên wan tune ne ku bikaribin jiyaneke bi rûmet pêşkêşî keçên xwe bikin.

Koma civakê ya herî zêde rastî zilma Talîbanê hatiye bê guman jinên Afgan in.

Li gelek aliyên welêt derfetên perwerdeyê û kar li pêşiya jinê hatin girtin.

Êdî jin nikarin bi tena serê xwe derkevin kolanan û dema derketin jî neçar in xwe binuxîmînin.

Pereyên Afganistanê

Amerîka piştî serkeftina Talîbanê dest danî ser 7 milyar dolarê Afganistanê

Mijareke din ku bi rêvebiriya Talîbanê re ket rojeva cîhanê, ambargoya Amerîkayê ya li ser Afganistanê ye.

Amerîka par bi serkeftina Talîbanê re dest danî ser 7 milyar dolar pereyên Afganistanê û bi vê re jî ambargoyeke aboriyê ragihand.

Rêvebiriya Bîden soz da ew ê nîvê vî pereyî serbest berde û bihêle bi riya alîkariya humanîter pere bigihîjin Afganistanê.

Lê digel vê jî tu kes hêvî alîkariya humanîter wê ji Afganistanê bê şandin problemên giran ên vî welatî çareser bike.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …