Reforma nû yekitiya Bretonyayê dijwartir dike

 

 

Pêşniyazqanûna li ser guherîna sînorên herêman di Parlamentoya Fransayê de gav bi gav pêş de diçe. Hefteya çûyîn beşeke pêşniyazqanûnê ji aliyê parlementeran hat qebûlkirin. Bi vê gavê derket holê ku herêmparêzên Bretonyayêji bo yekitiya herêma xwe divê qet nebe heta 2016-2019’an bisekinin.

Beşa pêşniyazqanûna ku di 17’yê Tîrmehê de ji aliyê parlamentoyê hat qebûlkirin pêvajoya yekemîn a jinûvebirêxistinkirina terîtoryal a Fransayê dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de departman (wîlayet) wê bi tena serê xwe nikaribin tevlî herêmeke din bibin. Di dewsa departmanan de wê herêm bikaribin bi herêmên din re bibin yek. Ev jî tê vê wateyê ku departmana Loire-Atlantique ku yek ji pênc departmanên li ser herêma Pays de la Loire ye wê nikaribe beşdarê Bretonyayê bibe. Pêşniyazqanûn derî ji yekitiya Bretonya û Pays de la Loire re vedike lê ev ji aliyê nûnerên breton ve tê redkirin.

Tê plankirin ku pêvajoya duyemîn a reformê di navbera 2016-2019’an de pêk were. Di vê pêvajoyê de wê destûr bê dayîn ku departman bi tena serê xwe bikaribin ji herêmekê derbasî herêmeke din bibin. Lê vê carê jî ji pêncan sêyê endamên konseya departmanê û konseya herêmê divê vê gavê erê bike. Di van mercan de yekitiya Loire-Atlantiqueê ya bi Bretonyayê re ne pêkan e, ji ber ku ji niha ve ji % 41’ê endamên konseya herêma Pays de Loire li dijî vê yekitiyê derdikevin.

carte-bretagne

Tevgera 44 Breizh da xuyakirin ku wê piştî betlaneya havînê pêşniyazqanûn li senatoyê bê nîqaşkirin û derfeta pêkanîna guherînan di hundirê wê de derdikeve holê. Tevgerê diyar kir ku eger ev yek pêk neyê wê sebeb kêmasiya nûnerên breton ên li Parîsê be û ji ber vê yekê wê êdî derfetên çareseriyê ku di nava wan de lidarxistina referandûmên lokal jî hene li Bretonyayê bên şopandin.

Alîgirên yekitiya Loire-Atlantiqueê ya bi Bretonyayê re dibêjin ku vî erdî ji Serdema Navîn heta Şerê Cîhanê Yekemîn li ser Bretonyayê bûye û her du alî jî hîn xwedî heman çandê ne. Heman derdor didin zanîn ku paytexta vê departmanê Nantes (bi bretonî Naoned) ji aliyê aboriyê ve bi her du bajarên mezin ên Bretonyayê re (Rennes û Brest) bingeheke hevpar pêk tînin.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …