Referandûma li Kirimê: çima plebîsîta yekalî bi kêr nayê?

 

 

Tove Malloy

Mafê dengdayina di warê girêdayina bı dewletekê ve û sînorên serbixwe de, hiqûqa navneteweyî li wir bihêle, heta niha di têkiliyên nav-dewletî yên ewropî de ne mijareke hêsan bûye. Digel ku ew wekî mijarên navxweyî û mafê demokratîk tên dîtin jî heta ku ji aliyê qada navneteweyî piştavaniya wan neyên kirin ji plebîsîtan re rêz nayê girtin. Û referandûmeke li ser sînoreke serdest a navneteweyî bi awayekî normal di encama pêvajoyên jeo-polîtîk ên pirî caran dirêj ku di nava wan de çareseriyên ku dijwarî  hatine muzakerekirin yên gelek caran piştî pevçûnan pêk tên, derdikeve holê. Guherandina sînoran ne mijarekê ku kêmarên neteweyî bikaribin bi awayekî yekalî biryara wê bidin e. Ev yek qet nebe derseke ku dîroka ewropî fêrî me kiriye ye.

Di demên dawî de me dît ku dîrok plebîsîteke yekalî ya Sibata 2012’an  a li Bakurê Kosowayê têk bir. Ji ber ku di referandûmê de ji hilbijêran pirs hat kirin ku ew otorîteya saziyên Komara Kosowayê qebûl dikin an na, ew di derbarê girêdayina bi dewletekê ve de bû û lewma jî mesaja dihat dayîn cihêxwaz û irredentist * bû. Li derdora 50,000 sirb li Bakurê Kosowayê dijîn û hema hema ji % 100’î sedê wan bersiveke neyênî dan vê pirsê ku bi vî awayî jî îmaja diyarkirina mafê qederê ya neteweyî ji bo erda Bakurê Kosowayê derxistin holê. Lê sirbên li Bakurê Kosowayê ew ê di demeke kurt de nebînin ku erdên wan transferê Sirbîstanê bê kirin. Çima?

Ji ber ku plebîsîtên  di derbarê transferkirina erd û girêdana bi dewletekê ve de heta ku ew têkilî/hiqûqa navneteweyî de ciyê xwe negirin û bi awayî neyên çareserkirin, ne xwedî rûmeteke ehlaqî ne. Ji bo pêkanîna konsensûseke ehlaqî ya di têkiliyên navneteweyî de divê çend hêmanên pêwîst li holê bin. Di mijara Kirimê de gelek hêman winda ne. Di dema nêzîk de pir kêm nelihevkirinên li ser erd ji aliyê plebîsîtên “serfiraz” ku tê de hemû hêman hatine cem hev, hatine çareserkirin.

Yek ji van mijaran plebîsîta di 1920’an de li ser sînorê danîmarkî-alman hatiye lidarxistin e. Vê mijarê pêncî sal di rojeva navneteweyî de bû (pêvajo di 1864’an de hat destpêkirin). Di vê mijarê de kêmara neteweyî xebata lobiyê ya di asta navneteweyî de û herwiha di asta neteweyî de (Parîs, Berlîn, Kopenhag) ya pir xurt meşand (xebata lobiyê ya kêmara danîmarkî ya li Prûsyayê) û tiştekî pir girînge ku di vê mijarê de navbeynkarekî/muzekeravanekî navneteweyî ya xwedî sekneke ehlaqî (Napolyonê III’yemîn –di vê demê de Neteweyên Yekbûyî li wir bihêle Lîga Neteweyan tunebû) ciyê xwe girt. Û plebîsît bi tenê dema ku peymana aştiyê de ya di derbarê herêmê de hat nivîsandin, bû xwedî rûmeta ehlaqî (Aştiya ku li Pragê ji aliyê Napolyonê III’yemîn muzakereya wê hat kirin). Lê ji bo ku kêmara danîmarkî bibe xwedî mafê lidarxistina referandûmekê gelek xebata lobiyê ya ji aliyê kêmarê hat kirin, peymaneke din a aştiyê (Peymana Versaillesê,1919) û herwiha şerekî cîhanê derbas bû. Digel vê, di dema muzakereyên di 1919’an ên li Parîsê de û bi deh salan beriya vê dêmê, hikumeta Danîmarkayê (ku piştî referandûmê piraniya erdên xwe yên berê bi dest xist) di vê mijarê de bêalî ma û ti carî ji dil destekê neda fikra plebîsîtê. Danîmarka, Prûsya û paşê jî Almanya (ku parçeyeke erdên wê ji dest çû) ji ber ku plebîsît bi riya cîgirtina wê ya di dokumaneke navneteweyî de xwedî rûmeteke ehlaqî bû, di bin zextan de destekê dan plebîsîtê. Ji bo agahiyên berfirehtir ên di derbarê vê mijarê de binêrin li “Diyarkirina qederê û kêmarên neteweyî: dijwariyên lidarxistina referandûma Schleswig-Holsteinê” û bibînin ku çima em li Kosowayê du car bifikirin.

Mirov dikare bêje ku Danîmarkaya wê demê ne wekî Rûsyaya îro bû û di dema ku ji aliyê siyasî ve di 1919’an de Almanya serî tewandibû, Ûkraynaya 2014’an hîn ne di vê rewşê de ye. Lê divê dersa ku em ji vir derxin ev be ku daxwazên ji bo diyarkirina qederê wekî mafeke demokratîk a bi riya plebîsîtan bi tenê dema ku ew ji aliyê civaka navneteweyî bên naskirin û di hiqûqa navneteweyî de cî bigirin dibe maf. Guherbara girêdayî (dependent variable) ya li vir elbet hiqûqa navneteweyî ye û hiqûqa di derheqê mafê qederê de bi sedan salan e neguheriye. Rewşa li Tîmor Leste (Tîmora Rojhilat) bi tenê dema ku Endonezya piştî zextên bi salan dom kirin paş de gav avêt, guherî; pêvajoya li Fîlîstîn û Sahraya Rojava hîn jî xetimîye. Wê hin kes bêjin ku van mînakan ji Rûsyaya piştî împaratoriyê ku hêza xwe nîşan dide cûdatir in. Rast e lê hiqûqa navneteweyî cûdahiyê nizane. Ev, paradokseke hiqûqa navneteweyî ye. Wiha xuyaye ku wê Kirim têkeve nava lîsteya conundrum** di hiqûqa navneteweyî de ku her ku diçe dirêj dibe.

Çavkanî: http://tovemalloy.wordpress.com/2014/03/08/the-referendum-in-crimea-why-self-proclaimed-plebiscites-do-not-work/

Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

—————-

* Irredentist: Parastina fikra ku divê erdekê diyarkirî ku ji aliyê dewleteke din ve hatiye dagirkirin dîsa li xwediyê xwe yê kevn bê vegerandin.

** Conundrum: Erdên ku di hiqûqa navneteweyî de ne xwedî statuyeke diyarkirî ne.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …