Li Parlamentoya Baskê rapora ziman hat pêşkêşkirin

 

 

Rapora salane ya  ELEBIDE (Serwîsa Garantîkirina Mafên Ziman) ya di derbarê zimanê baskî de li Parlamentoya Baskê hat pêşkêşkirin. Di rapora ku ji aliyê Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika û Gerînendeyê Destekirina Baskî Jokin Azkue ve di 14’ê Gulanê de hat pêşkêşkirin de hemû daxwazên ziman ên ji civaka baskê hatine wergirtin, cî girtin.

Ji bilî berhevkirina daxwazên îhlakirina mafên ziman, dîtina çareseriyê ji van promleman re û di pratîkê de meşandina çareseriyan, hin fonksiyonên din ên sereke yên ELEBIDE ev in:

  • Bilindkirina hişmendiya welatiyan,
  •  Di warê mafên ziman de pêşkêşkirina xizmetên şêwirmendiyê,
  • Piştî berhevkirina daxwazana  bi armanca parastina welatiyan, pêkanîna şêwirmendiyê bi saziya ku daxwaz jê hatiye kirin re,
  • Pêkanîna protokolên hevkariyê bi rêvebiriyan û saziyan re.

elebide

Di rapora îsal de sê beş cî girtin: Di beşa ewilî de dîtinên Hikumeta Bask a di warê mafê ziman de, di beşa duyemîn de daxwazên di 2013’an de ji aliyê ELEBIDE hatine wergirtin û ji bo çaserkirina wan xebat hatiye kirin û di beşa sêyemîn de di warê xebata ELEBIDE ya ji damezrandina wê ya şeş sal berê heta niha de, hin agahî cî girtin.

Cîgirê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika  di axaftina xwe ya pêşkêşkirina raporê de got ku hemû welatiyên Herêma Xweser a Baskê xwedî mafên ziman in lê herdem “wekheviya hiqûqî” û “wekheviya civakî” ne wekî hev in û divê rêvebiriyên li Baskê bi armanca van mafan di pratîkê de pêk werin tedbîran bigirin. Baztarrika diyar kir ku armancên sereke yên polîtîkaya ziman a Hikumeta Baskê azadiya ziman e û wateya vê jî ev e ku di pratîkê de mafê hilbijartina yek ji her du zimanan heye. Baztarrika axaftina xwe wiha domand: “Ji bo garantîkirina mafan û di pratîkê de pêkhatina wan, pêdiviya me bi saziyên wekî amûr bên bikaranîn heye. ELEBIDE saziyekî wekî amûr a ji bo vê meseleyê ye û ji bo vê, em hewl didin wê xurt û dînamîk bikin.”

Di 2013’an de 359 daxwazên di derbarê mafên ziman de ji aliyê civaka baskê hatin pêşkêşkirin ku li gorî sala borî rêjeya wan ji % 5 zêde bûye. Piraniya van daxwazan bi riya postaya elektronîk an malpera ELEBIDE’yê hatine şandin.

Çavkanî: Euskera.euskadi.net

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …