Rapora NY’yê ya li ser xweciyên Perû, Panama û Kanadayê

 

 

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser Mafên Gelên Xwecî James Anaya, rapora xwe ya li ser rewşa gelên xwecî yên li Panama, Perû û Kanadayê weşand. Di rapora ku di 12’yê Gulanê de hat eşkerekirin hat gotin ku divê welatên navborî ji bo parastina mafên xweciyan bêtir hewlê bidin.

Rapor diyar kir ku digel li van her sê welatan ji bo parastina gelên xwecî çarçoveyeke hiqûqî heye, gelên xwecî hîn jî bi problemên curbecur re rû bi rû dimînin. Hin aliyên balkêş ên raporê ya di derbarê her sê welatan de wiha ne:

Perû

Rapora Anaya bi giranî li ser derxistina gaz û petrolê ya ji erdên gelên xwecî û bandorên neyênî yên vî karî yên li dijî hawîrdora fîzîkî û hawîrdora civakî sekinî. Li gorî vê, gelê xwecî bi awayekî têrtije ji karê derxistina gaz û petrolê feydeyê nabînin û vê mijarê di nava wan de li dijî dewletê û vê sektora endustriyê bêbaweriyê derdixe holê.

Ji hikumeta Perûyê re hat pêşniyazkirin ku ji bo misogerkirina naskirina mafên gelên xwecî yên li ser erd û çavkaniyên xwezayî û pêkanîna beşdariya van civakan ji bo plankirina stratejiyên çalakiyên aboriyê yên li ser erdên wan, çarçoveya hiqûqî rewîze bike. Li aliyekî din, ji hikumetê hat xwestin ku ji bo kêmkirina bandorên neyênî yên projeyên aboriyê yên li ser xwezayê tedbîrên pêwîst bigire û bi armanca ku civakên li van herêman dijîn parçeyeke pereyên ji çalakiyên aboriyê hatiye qezenckirin bi dest bixin, “formûlên nû” pêş bixe.

Panama

Raporê destnîşankir ku li vî welatî ji bo parastina gelên xwecî “çarçoveyeke hiqûqî ya pêşketî” heye lê digel vê jî probemên meşandin û misogerkirina vê çarçoveya hiqûqî hene. Raporê eşkere kir ku li ser hin erdan û di warê derxistina çavkaniyên xwezayî yên li hin herêman beşdarî û mafên aborî û civakî yên gelên xwecî li ber çav nayê girtin.

Di raporê de ji Panamayê re hat pêşniyazkirin ku ji bo amadekirina qanûneke nû ya di derbarê beşdariya gelên xwecî ya ji bo projeyên li ser erdên wan tên meşandin, bi van gelan re diyalogê pêk bîne. Herwiha, rapor li ser xizaniya gelên xwecî jî sekinî û diyar kir ku xizmetên bingehîn, perwerde û tenduristiyê yên li ser erdên gelên xwecî têr nakin û ji bo kêmkirina newekhevîtiya di navbera gelên xwecî û civaka Panamayê de çavkaniyên ji bo herêmên xweciyan bên zêdekirin.

Kanada

Di rapora Anaya de hat destnîşankirin ku di warê nêzîkbûna ji bo gelên xwecî, li Kanadayê krîzekê heye û dema mirov rewşa xweciyan a deh sal berê û niha bide ber hev, rewş niha xerabtir e. Rapor li ser bêbaweriya gelên xwecî ya li hember hikumeta federal û hikumetên eyaletan sekinî û destnîşan kir ku ji ber windabûn û kuştina çend jinên xwecî niha têkiliyên di navbera gelên xwecî û rêvebiriyan de ne baş in.

Anaya di daxuyaniya xwe ya ji bo eşkerekirina raporê de got ku pêşniyazên ku ji aliyê raportorê NY’yê yê beriya wî ya ji bo dagirtina valahiyên di navbera kanadiyên xwecî û yên ne xwecî yên di warê tenduristî, xwedîbûna xaniyan, perwerde û xizmetên civakî de ku ji hikumeta Kanadayê re hatibû kirin, nehatine pêkanîn.

Anaya got ku “tişte divê bê kirin ne tenê wergirtina fonan ji hikumetê ye lê mafê gotina gelên xwecî yên ji bo çareserkirina probleman e.”

Çavkanî: Elnuevoherald.com / Ctvnews.ca

 

 

 

 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Baydemir: Raportorên ewropî cih nadin bûyerê dijî kurdan

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî Osman Baydemîr di heyeta baskê parlamentoya Tirkiyeyê de bi …