Quran li Îranê bi kurmancî hat çapkirin

 

 

Quran li Îranê bi kurmancî hat çapkirin.

Wergêr Mûsa Rezayî Golyanî got ku wî karê wergerê qasî 5 salan dom kiriye û ew di 2002’an de bi dawî bûye. Golyanî diyar kir ku berhem ji 604 rûpelan pêk tê û di her rûpelî de 15 rêz hene.

Goranî dide zanîn ku piştî Rêxistina Dar-ul-Quran Kerîm bi armanca ku gelo werger li gorî rêgezên nivîsandin û jêdergirtinê yên Quranê ye wergera wî erê kiriye, berhem hatiye çapkirin.

Qurana kurmancî ji aliyê Weşanxaneya Quranê ya li eyaleta Xorasan Razawî ya li bakurê rojhilatê Îranê hatiye çapkirin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …