Qirkirina kurdên feylî

 

 

Foto: Kampên penaberên kurdên feylî yên li Îranê (di dema 1970’yan de)

“Di dema tarî ya 1980’an de beşeke mezin a nifûsa feyliyên li Bexdayê ji aliyê polês û rêxistina îstixbaratê ve bi zorê koçî sînorê Îranê hatin kirin…”

Nivîseke di derbarê dîroka zilmê ya kurdên feylî yên Iraqê ku ji aliyê Dr. Ala Mûsa Hasan ve hatibû nivîsandin di malpera Ekurd de hat weşandin.

Hasan ku ew jî kurdeke feyliye û di kampanyaya li dijî feyliyan de malbata wî jî berdel daye, di gotara xwe de qirkirina feyliyên li Iraqê wekî jenosîda cihuyan dibîne û xemgîniya xwe ya bi mebesta ku li ser dîroka vê zilmê nehatiye sekinandin, îfade dike.

Nivîskar dide zanîn ku hemû cîhan dizane heman tiştên ku hatine serê cihuyan di dema rejîma Sedam de hatiye serê feyliyan jî û wiha didomîne: “Di dema tarî ya 1980’an de beşeke mezin a nifûsa feyliyên li Bexdayê ji aliyê polês û rêxistina îstixbaratê ve bi zorê koçî sînorê Îranê hatin kirin. Milkên wan hatin desteserkirin, hemû ciwanên wan ên di navbera 17-28’an de bêyî sebebekê hebe xistin Girtîgeha Ebû-Garîb û paşê hemû hatin kuştin û di gorên komî de ku heta vê rojê ciyên wan nayên zanîn hatin veşartin.

Hasan li ser ciyê kurdên feylî yên di aboriya Iraqa beriya Sedam de van agahiyên balkêş dide: “Di wê demê de, kurdên feylî li Bexdayê û li hin herêmên din ên Iraqê xwedî giraniyeke mezin a aborî û bazirganiyê bûn. Gelek kar, milk û bazirganiya li ser bingeha avahîsaziyê di destên wan de bûn. Ligel vê, gelek kurdên feylî di asteke bilind de perwerde bûbûn, di bazarê de xwedî serfiraziyeke bazirganiyê bûn û hin ji wan di artêşê de xwedî peywirên bilind bûn.

Nivîskar dide zanîn ku prestîja kurdên feylî kiriye ku Sedam hemû kar, sermiyan û milkên wan desteser bike, ciwanên wan bikuje û yên mayî bi zorê li ser sînorê Îranê bi cî bike. Li gorî nivîskar herçiqas niha li ser mafên kurdên feyliyên li Iraqê hin nîqaş bên kirin jî, di vê meseleyê de gav nehatine avêtin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …