Qeymeqamê Tekmanê (Tatos) kurdî qedexe kir

 

 

Li navçeya Tekmanê (Tatos) ya li ser Erzeromê qeymeqam bi talîmatekê ji bilî zimanê tirkî axaftina zimanên din qedexe kir.

Qeymeqam Lutfullah Un di talîmateke elektronîk a di 14’yê Tebaxê de ji saziyên dewletê re şand wiha got: “Ez rica dikim ku xebatkarên saziyên dewletê di nava qadên xwe de heta ku pêdivî pê neyê ji bilî tirkî zimanekî din neaxivin, bila rêvebirên saziyan di vî warî de hişyar bin û bila bê zanîn ku di derbarê  xebatkarên ku vê talîmatê binpê dikin de wê lêpirsîn bê vekirin û bila ji bo meşandina vê talîmatê astengî neyê derxistin.”

kaymaka2

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçeya Tekmanê di daxuyaniyeke çapemeniyê ya di derbarê vê kiryara qeymeqam de reaksiyon nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Ji % 99’ê mirovên li vî bajarî dijîn zimanê xwe yê dayikê kurdî diaxivin û xwe dikarin bi vî zimanî îfade bikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê vê qedexeyê neyê qebûlkirin û bi vê armancê rêxistinên her du partiyan giliyê qeymeqam girine.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …