Qerebax: Em jî wek Kurdistanê serxwebûnê dixwazin

Berdevekê Komara Qerebaxê David Babayan got, ew jî weke Herêma Kurdistanê serxwebûnê dixwazin.

Berdevkê Komara Qerebaxê David Babayan beşdarî bultena Rûdawê bû û got: “Çawa ku Kurdistan dixwaze ji Iraqê cuda bibe û bibe welateke serbixwe em jî hemen tiştê ji bo welatê xwe dixwazin.”

Azerbeycan û Ermenistan du roj in ji ber herêma Qerebaxê bi tankan û topan êrişî hevdu dikin. Li gor daneyên fermî di encama pevçûnan de 18 leşkerên ermenî û 12 leşkerên azerî jiyana xwe ji dest dane.

Herêma Qedebaxê ev bi salan e di navbera herdu welatan de weke pirgirêkê ye û ji ber vê yekê bi hezaran hêzên ermenî û azerî hatin kuştin.

Azerbaycanê îri agirbes ragihand, lê li gor agahiyan hêj li wê herêmê dengê çekan tê bîhistin.

Derbarê pevçûnan de David Babayan wiha got: “Pêwîst e gilî li Tirkiyê bê kirin çimkî Tirkiye piştgiriya Azerbaycanê dike û çend komên radîkal şandine vê herêmê.”

Babayan amaje kir ku herêma ku şer lu heye, di navbera Qerebax û Azerbaycanê de ye û wiha got: “Dema ku pevçûnê dest pê kir Azerbaycanê herêman sivîlan dan ber bombeyan. Ji ber bombebaranê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan gelek jî birîndar bûn. Me jî ji ber vê yekê bi awayekê tund bersiva Azerbaycanê da. Me li 15 tankan, 2 helîkopter û çend leşkeran xist.”

 “Em naxwazin girêdayê Azerbaycanê bibin”

David Babayan destnîşan kir ku ew naxwazin girêdayî Azerbaycanê bibin û wiha domand: “Em dixwazin weke Kurdistanê dixwaze ji Iraqê cuda bibe, bibin xwedî otonomî û serbixwe bibin. Ji ber vê yekê em naxwazin di bin desthilatdariya welateke weke Azerbaycanê zordest de bijîn. Em serxwebûnê dixwazin û ji bo mafên xwe dixebitin.”

Berdevekê Komara Qerebaxê herwiha da xuyakirin ji bo ku ew weke dewletekî serbixwê ji aliyê civaka navnetewî bên naskirin hewl didin û got, peywendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê di asteke başde ye.

Jêder. Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …