Qazî Mihemed: Serokê Komara Kurdistanê

Di encama Şerê Cîhanî yê Duyemîn de ji aliyê hêzên navneteweyî ve dagirkirina cografyaya Îran û Kurdistanê, bandor û îradeya hikumeta navendî ya Îranê li ser herêmên dewrûber kêm kiribû. Şertên xebat û têkoşîna azadî li gora beriya wê baştir bûn. Ji bo pêşxistina xebata azadiya netewî, kurdan dest bi pêkanîna têkiliyên navneteweyî kiribûn.

Rewşa sîyasî ya ber bi damezrandina Komara Kurdistanê ve

Îro, li ser sêdaredana Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî û herweha rûxandin û dagirkirina Komara Kurdistanê 70ê sal darbas bûn. Piştî 70ê salan, milletê kurd di parçeyeke din ê Kurdistanê de, di ronahîya rêya neteweyî ya serokerkanê Komara Kurdistanê de ber bi mizgînîyeke nû ya Komara Kurdistanê ve dimeşe. Hêvî û bendewarîya hemû milletê kurd ev e; ala rengîn a ku serokkomar Qazî Mihemed ji bo parastin û hilkirinê, emanetê serokê nemir Mistefa Barzanî kiribû, gaveke zûtir ji bo ragehandina serxwebûna duyemîn Komara Kurdistanê ji nû ve bête hilkirin.

Qazî Mihemed, di 11yê Gulana 1900î de li herêma Mukriyan ji dayik bûye. Ew, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Navê dayika wî Gewhertac Xanim e û qîza serokê êla Feyzulahbegîyan e. Feyzulahbegî, yek ji malbatên mîrekên navdar ên herêma Mukriyan bû.

Dema Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike, Qazî Mihemed çardeh salî ye. Wekî gelek caran vê care jî Kurdistan dibe cihê şerê navdewletî. Nemaze herêma Mukriyan a Rojhelata Kurdistanê dibe meydana şer û peyderpey xizanî, kuştin, talankirin û karesatên hwd. dest pê dikin. Encamên şer di nav civaka kurd de xwe nîşan didin. Gelê herêmê bi gelek ziyanên mal û canî re rûbirû dibin, koçberî dest pê dike.

Ala Komara Kurdistanê

Şerê Cîhanî yê Duyem, cografya Îranê ji aliyê jeostratejîk û jeopolîtîk ve xistibû nav rewşeke girîng. Ji alîyekî ve, Brîtanya û DYAyê dixwestin pêşî li berfirehbûna Şoreşa Oktobirê bigirin û wî di sînorên heyî de dorpêç bikin. Ji aliyê din ve jî, li dijî berfirehbûna Faşîzma Alman di navbera Brîtanya, DYA û Yekîtiya Sovyetê de peymanek hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de ji bo têkoşîna li dijî artêşa Alman, cografyaya Îranê herêmeke stratejîk bû. Ji ber vê yekê, Îran di meha Tebaxa 1941î de ji aliyê dewleta Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û YSê ji bakûr ve Îran dagir kirin. Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.

Cografyaya Îran û Kurdistana Rojhelat bi taybetî bo polîtîkayên YSê herêmeke stratejîk bû. Lewre li hember leşkerên Almanyaya Hîtler, piştgirîya DYA û lojîstîka bo Artêşa Sor jî di ser vê herêmê re çêdibû.

Piştî dagirkirina Îranê, bandor û zordestiya dewleta Îranê li ser herêmên wekî Kurdistan û Azerbaycanê kêm û sist bû û her wiha gelê Kurdistan û Azerbaycanê xebata têkoşîna azadîya netewî û demokrasiyê geş kirin. Digel vê, rewşenbîr û têkoşerên gelê kurd jî bo destnîşankirina çarenûsa xwe û azadkirina gelê kurd dest bi xebata nihênî (sirrî/îllegal) kiribûn. Ji bo vê armancê di 16yê Gelawêja 1941ê de bi hevkariya çend rewşenbîrên kurdperwer bingeha Komela Jîyanewey Kurdistan (JK/Je-Kaf) li Mehabadê hate damezirandin û dest bi weşandina kovara Niştiman kirin ku organa çapemenîya JKê bû.

Di destpêka damezirandina JKê de Qazî Mihemed cî negirtibû. Di nav rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrênerên komelê kêmasî û valayiyeke girîng bû. Lewra rêzgirtin û tesîreke girîng a malbata Qazîyan li ser civata kurd hebû. Di navbera “salên 1921an heta 1941an li herêma Mehabad û Mukrîyan çi rûdan ku diqewimîn, cara pêşî kesên ku qise dikirin Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî bû. Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û rêberiya wan çareser dibûn.”[1]

Di vê navberê de têkiliyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam dikir. Di dawiyê de ji salekê şûn de Qazî Mihemed hate îqnakirin ku tevî rêza komela JKê bibe. Başdarbûna roşinbîr û kurdperwerekî wekî Qazî Mihemed bo Komela Jiyanewey Kurdistan, xebat û têkoşîna rizgarî û azadiya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir. Ji alîyekî ve li ser bingeha têkiliyên civakî yên kurd, di navbera hoz û eşîr û rewşenbîrên kurd de xebata rêxistinî û hişyarkirina gelê kurd dihate kirin; ji aliyê din ve jî bi hêzên navnetewî re, taybetî jî bi rêberiya Yekîtiya Sovyetê (YS) re pevgirêdanî pêk hatibû û ji wan daxwaza alîkarî dihat kirin.

Di encama Şerê Cîhanî yê Duyemîn de ji aliyê hêzên navneteweyî ve dagirkirina cografyaya Îran û Kurdistanê, bandor û îradeya hikumeta navendî ya Îranê li ser herêmên dewrûber kêm kiribû. Şertên xebat û têkoşîna azadî li gora beriya wê baştir bûn. Ji bo pêşxistina xebata azadiya netewî, kurdan dest bi pêkanîna têkiliyên navneteweyî kiribûn. Ji ber ku Kurdistan li aliyê bakurê Îranê bû û ew herêm jî ji aliyê YSê ve hatibû dagirkirin, bivê nevê têkilîyên navbera mesûlên YS û kurdan geş dibûn.

Qazî Mihemed û du kesên din ên hatin dardekirin

Di destpêkê de têkiliya kurd û YSê di çarçoveya têkiliyên kulturî de bû. Piştî ku hinek kompanyayên (şîrket) Brîtanya û DYAyê ji bo derxistina petrola Îranê bi hukûmeta Riza Şah re peyman çêkirin û îmtiyaza derxistina petrolê bi dest xistin, YSê li hemberî vê peymanê bêdeng nema. Miqabilî vê yekê, bandora li ser Îranê girantir kir û ji wê daxwaza îmtiyaza derxistina petrolê kir. Ji bo vê yekê YSê, li hemberî Brîtanya, DYA û Îranê pêwendiyên bi kurd û azerîyan re wek tehdîdekê bi pêş xistin; têkiliyên kulturî ber bi têkiliyên siyasî ve birin.

Di destpêkê de rêberiya Yekîtiya Sovyetê xwest ku Kurdistan di nav sînorên Azerbaycanê de herêmeke otonom be. Ev pêşniyara wan ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî ve nehate qebûlkirin. Rêberiya YSê ji bo vê gelek xebitîn ku kurdan îqna bikin, lê bi ser neketin. Qazî Mihemed ji bo hevdîtina bi rêberiya YSê re careke dî vexwendin Bakûyê. Di dawiya van danûstandinan de, rêberiya YSê qenaet pê anîn ku kurd statuyeke di nav sînorên sîyasî yên Azerbaycanê de qebûl nakin, êdî mecbur man daxwazên kurdan qebûl bikin û ji Qazî Mihemed daxwaza danîna partiyeke nûh kirin.

Damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê û ragehandina Komara Kurdistan

Ji bo damezirandina partîyê, endam û danerên Komela Jîyanewey Kurdistan berhev dibe. Ne bi dilê hemû endaman be jî bi dengên piraniyê, navê JKê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê guhartin û beyannameya Partiyê di meha Çiriya Pêşîn a sala 1945an de hate belavkirin. Piştî damezirandina Partiyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya kurdan dîyar bibû; amedekariyên ragehandina komarê dest pê kiribûn.

Di 22/12/1946an de damezirandina Komara Kurdistanê li Mehabadê hate îlankirin. Li Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin û bi coşek mezin ji bo axaftina Qazî numayîş hate kirin. Damezirandina Komara Kurdistanê, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê kurd û têkoşîna wan an dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan encumena hikûmeta Komarê hate eşkerakirin:

“1- Serokwezîr: Hacî Baba Şêx

2- Wezîrê Berevaniyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî

3- Wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî

4- Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî

5- Wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî

6- Wezîrê Perwerdeyiyê: Menaf Kerîmî

7- Wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî

8- Wezîrê Bazirganiyê: Hecî Mistefa Dawûdî

9- Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî

10-Wezîrê Çandinî: Mehmûd Welîzade

11-Wezîrê Avedanî: Îsmaîl Îlxanîzade

12-Wezîrê Tendurustî: Seyîd Muhamed Eyubiyan

13-Wezîrê Şêwirmendî: Ebdurrehman Îlxanîzade

14-Wezîrê Dadwerî: Mele Huseyn Mecdî.”[2]

Li Mahabadê merasîmek leşkerî

Roja ku li Meydana Çarçira damezirandina Komara Mehabadê hate ragehandin, digel xelkê berhevbûyî, ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî serok û kadirên sîyasî beşdarî merasimê bibûn. Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa bi xwe jî vexwendiyê vê merasimê bû, lê ji ber şertên neyênî nikarîbû beşdar bibe.

Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê weha dibêje:

“Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî milletê bibim.”[3]

Xebatên civakî û perwerdeyî yê Komarê

Piştî îlankirina Komara Kurdistanê, di nav demeke kurt de saziyên girîng hatin rêxistinkirin û ji aliyê weşan û çapemeniyê ve gavên girîng hatin avêtin; di meha Çiriya Paşîn (November) a sala 1945an de Çapxaneya Kurdistan li Mehabadê dest bi kar kir û rojnameya Kurdistan, kovarên wekî Niştiman, Helale, Awatî, Hawarî Niştiman, Hawarî Kurdû Gir û Galî Mindalan hatin çapkirin û belavkirin. Digel vana belgenameyên Partîyê, Komara Kurdistan û pirtûkên dersdanê jî bi zimanê kurdî hatin çapkirin.

“Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyiyê. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de bo perwerdeyiya bi zimanê kurdî bi serkêşiya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên kurdî hatin çapkirin, sînemayek hate damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê.”[4]

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê û wd. Rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.”[5] Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Wê demê ez seroka Yekitiya Jinên Kurd bûm.” “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî faaliyetên civakî û siyasî bibin. Jinên kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”[6]

Xaleke girîng jî ve bû, ku tevayî cografyaya Kurdistana Rojhe- latê, ne di nav sînorên Komara Mehabadê de bû. Rayedarên Sovyetê nedixwestin cografyaya Komarê fireh bibe û bigîje sînorên xwe yên dîrokî. Digotin ji bo bidestxistina bajarên dî yên Kurdistanê: “Hêrîşa we dê bibe sedem ku Amerîka û Îngiliz wan cihan hemû dagir bikin û nefta Kirmanşahê biêxin destê xwe.”[7]

Ber bi têkçûna Komara Kurdistanê ve

Damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê, berhemê bîr û îradeya neterweyî ya gelê kurd bû û di dîroka hevdem a neteweyê kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nizîkê 11 meh li ser piyan ma.

Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka kurd de li şûna têkiliyên civakî-siyasî, serdestbûna têkiliyên eşîrî; di tevayê bajar û cografyaya Kurdistana Rojhelat de nerêxistinbûna PDKê û hikûmetê; têkiliyên hinek serokeşîran bi dewleta merkezî ya Îranê re ku hêza artêşa neteweyî ya komarê ji wan pêkhatibû, sedemên herî girîng ê navxweyî ne. Paşvekişyana Yekîtiya Sovyetê û piştgirînedana ji bo Komara Azerbaycan û Kurdistanê, îtîraza Brîtanya û DYA ji bo damezirandina Komara Kurdistanê û Komara Demokratîk a Azerbaycanê, bi awayekî aktîf piştgirîdana hikûmeta merkezî ya Îranê, berxwenedana Komara Azerbaycanê jî, sedemên girîng ên derveyî ne.

Li vê derê wek welatek sosyalîst bi taybetî divê polîtîka YSê bête dîyarkirin. Em dikarin bêjin ku ji ber pêdivîya polîtîkaya dervayî nebe, ji destpêka salên 1920an şûn de piştgirî ji bo tekoşîna rizgariya netewî û şoreşgerî nehatiye dayin. Bi rastî di meseleya neteweyî ya kurd de, polîtîkaya YSê, li gor berjewendiyên wan ên li Rojhelata Navîn û têkiliyên wan ên bi Brîtanya, DYA û dewletên herêmê ve girêdayî bû.

Rêberiya Yekîtiya Sovyetê, bi taybetî nedixwest meseleya neteweyî ya Azarbaycan û Kurdistanê û bi giştî jî meseleya neteweyî ya di nav Îranê de, di çarçoveya mafê dîyarkirina çarenûsiya xwe de bîne rojevê û jê re çareseriyekê pêşkêş bike. Dewleta Sovyetê ji ber berjewendiyên xwe yên neteweyî û navneteweyî, ji aliyê sîyasî, rêbaz û teoriyê ve paş ve kişiya. Piştgirî nedida tevgera rizgarî ya neteweyî, berovajîya wî gelek caran jî tengasî û astengiyên bihêz derxistin pêşberî xebata tevgera rizgariya neteweyî. Stalîn di nameya xwe ya ji bo Pîşewerî de li ser qrîza (buhrana) navxweyî ya Îranê, sîyaseta wê demê ya Yekîtiya Sovyetê derbarê Îranê de weha dîyar dike:

“Li Îranê qeyrana (qirîza) giştî ya şoreşgêrane û helûmercên weha nîne, ku hûn bikin taktîkên salên 1905 û 1917an yê Lenîn. Îran ligel dujminên derve di haletê şer da nîne ku sernekevtina wê bibête hoyê lawazbûna kevneperestî û qulbûna qrîzê”….

Taktîka me di vê navberê da divê çi be? Ez weha bîr pê dikime ku divê em li têkhelçûnê da kar wergirin bo ew ê ku Qewam paşegize (fêlbazî) nekit, divê piştevanî li Qewam bête kirin ta ku layengirên (alîgirên) Îngiliz belav bikin û bi vê terzê hindek pêge ji bo demokratîzekirina Îranê pêk bîne.[8]

“Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem û vegerandina leşkerên Rusî û Îngilîzî ji bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.” (Mahname, hejmara: 66 ) Bona ji nû ve dagirkirina Kurdistan û Azerbaycanê. Rêvebir û hêzên leşkerî yên Komara Azerbaycanê li ber xwe nedan û di demeke kurt de hêzên leşkerî yên Îranê ketin Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Azerbaycanê, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bûn, rewşa nûh hate helsengandin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.

Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzaniyan hatin Mehabadê bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara qabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:

“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mehabadê hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”

Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:

“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”[9]

Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:

“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[10]

Di 21ê meha diwanzde de hêzên dewleta Îranê ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.

Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinên mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiya, bêtirs û bi serbilindî parastina gelê kurd kiriye.

Kiyomers di derbarê helwest û mahkemekirina Qazî Mihemed û rêberên kurd de weha dibêje: “Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot:

“Xwedê sizayê mezluman ji zaliman bistîne.”

Ev beşê Wesiyetnameya Qazî Mihemed, bi giştî qerekterê hemû dijminên kurdan û bi taybetî jî yê eceman pir bi zelalî dîyar dike û divê ji bo me hemûyan her dem bibe wek guharekê:

Birayên min! dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, ewê we bi destên we bi xwe bide kuştin, ewê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, di dirêjîya dîrokê de kerb û kîna wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandine, aram kirine û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nûh ve bi zor nemerdane kuştîne. Ji wan re sûnd bi Quranê xwarîye ku Eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başiyê bi wan re bikin. Lê heçî kurd e, zû bawarî ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjîya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye tu caran Ecem soz û peymanên xwe bi cîh bîne û tu sozên xwe bi kurdan re bi cîh neanîne, her hemû derew û fêlbazî kirine.

Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û ji bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger Ecem hingivînî bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên Eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye.s

[1] Seîd Humayun, Jiyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 33, weş. DOZ, 2006, Stenbol.

[2] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 65, weş. Doz, 2006 Stenbol

[3] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987

[4] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987

[5] Mîrza Menaf Kerîm, Bîranînên Min, weşanên Jîna Nû

[6] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987

[7] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 86. weş. Doz, 2006 Stenbol

[8] Kovara WAR, hej. 15(ji Nivîsara Amîr Hasanpor), r. 72, Nameya Stalîn bo Pîşewerî, 8ê Gulana 1946

[9] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 103 weş. Doz, 2006 Stenbol

[10] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 104 weş. Doz, 2006 Stenbol

[11] M. Barzanî, Ji bo Generalê Yekîtiya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 18ê Hezîrana 1947

Jêder: Candname.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîtîkaya ziman a şaredarîyên Kurdistanê

DEM Partî: Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de …