Putin bi berfirehkirina şer gef xwar

Lîderê rûs da zanîn, Rûsya li Ûkraynayê hîn di serî de ye û lewma jî gelek gavên din wê li vî welatî bên avêtin.

Serokê Rûsyayê Ewrûpa û Amerîkayê jî bi “lîberalîzma totalîter” tometbarkir û got, Rojava dixwaze vê forma rêvebiriyê li ser hemû cîhanê ferz bike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gefa berfirehkirina şer li welatên rojava xwar.

Pûtîn di civîna bi lîderên parlemena Rûsya Dumayê re got, divê hemû dinya bizanibe Rûsya li Ûkraynayê wê hîn bêtir şer mezin bike.

Lîderê rûs da zanîn, Rûsya li Ûkraynayê hîn di serî de ye û lewma jî gelek gavên din wê li vî welatî bên avêtin.

Pûtîn bi van gotinên balkêş jî welatên rojava bi hewldanên ji bo têkbirina Rûsyayê tometbar kir:

Gelek caran me bihîst ku Rojava dixwaze heta leşkerê dawî ya Ûkraynayê bê kuştin bi me re şer bike. Ev, ji bo gelê Ûkraynayê trajediyek e lê wisa xuya ye mesele ber bi vî alî ve diherike.

Serokê Rûsyayê Ewrûpa û Amerîkayê jî bi “lîberalîzma totalîter” tometbarkir û got, Rojava dixwaze vê forma rêvebiriyê li ser hemû cîhanê ferz bike.

“Lîberalîzma totalîter”

Serokê Rûsyayê Ewrûpa û Amerîkayê jî bi “lîberalîzma totalîter” tometbarkir û got, Rojava dixwaze vê forma rêvebiriyê li ser hemû cîhanê ferz bike.

Putin rexneyên xwe yên li dijî welatên Rojava bi van gotinan berdewam kir:

Herikîna dîrokê nikare bê sekinandin û hewldanên Rojavaya kolektîf a ji bo versiyona xwe ya sîstema global li ser cîhanê ferz bike wê têk biçe.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …