Projeya ‘Selika Kedê’

 

 

 

Komeleya Berhemdariya Alternatîf mora xwe li bin projeyeke din a balkêş da, ew jî projeya Selika Kedê ye.

Seroka Desteya Rêveber a Komeleya Berhemdariya Alternatîf  Gulbahar Ormek der barê vê projeya selika kedê de agahiyên berfireh bi me re par vekir.

PROJEYA SELKA KEDÊ ÇI YE?

“Derdora 120  kes  kesan di vê projeyê de cihê xwe digirin û armanca vê projeyê ew e ku her kes li ser  axa xwe di cih û warê xwe de û bi keda destên xwe, karibe xwe xwedî bike û pêşî li  trajediya karkerên demsalî  were girtin.

Her yek ji armancên sereke ên vê projeyê xwedîderketina li keda mirovane. Di rewşa asayî de xwediyê kedê sûdê ji wê keda xwe nagire ji ber ku ew keda wî din ava çend kesan de tê parvekirin. Xwediyê kedê berhemên xwe difiroşe bazirganan, bazirgan difiroşin halên sebzeyan, hal difiroşe dikan û marketan û nû digihê destê bikire. Heta ku mirovek wê dikire ew ked li gelek kesan tê parvekirin û xwediyê kedê sûdeke gelekî hindik û kêm ji wê keda xwe digire.

Lê bi vê projeya selika kedê êdî behemdar, kedkar rasterast sûdê  ji wê keda digire. Bi rêya komeleya berhemdariya Alternatîf bê ku ti kes  bikeve navbera wan, berhemên xwe rasterast difiroşin xelkê.

 

Aliyê herî balkêş di projeyê de ew e ku her yek ji van kesên ku cihê xwe di projeyê de digirin xwedî çîrokeke balkêşe.

Wekî mînak gelek kesên ku gundên wan hatiye şewitandin cihê xwe di vê projeyê de digirin. Gelek kesên ku berê karkerên demsalî bûn, gelek jinên ku bê kes bûn an jî hevjînên wan hewî anîbû ser wan û gelek kesên ku bê çare û bê kar bûn niha bûne xwedî kar.

Mînakek din a balkêş jî ew e ku jinek hevjînê wê ew bi zorê di karê fihûşê de dida xebitandin niha ew bi xwe cih di nava vê projeyê de digire û xwe û zarokên xwe bi keda destê xwe xwedî dike.”

organik4

DI SELIKÊN KEDÊ DE ÇI HEYE?

“Wekî mînak niha vê demsalê selikên kedê wiha tên amadekirin. Di her selikekê de 3 kîlo firingî, 2 kîlo bacanê reş, 3 kîlo xiyar , 1.50 îsot, baqek şînkahî, 10 hêkên gundan, 2 kîlo mast û mirîşkek gundan heye.

Bi rêya komeleya berhemdariya alternatif rasterast ji destê kedkar digihê destê bikire bê ku kesek xwe bike şirîkê vê kedê.

Bi rastî gelek kes dibêjin gelo xweseriya demokratîk çi ye û dikare ji gelê herêmê re çi bike. Li gorî min xweseriya demokratîk ev bi xwe ye ku mirov destê xwe bi serê xwe bixurîne. Xwedî li keda xwe derkeve. Bê ku koçber bibe û li ber deriyê xelkê bixebite bi rûmeta xwe bijî û li ser axa bav û kalên xwe berhemdariyê bike.

Bi hêvî me ku ev xebat bibe xebateke mînak û her deverê xwedî lê were derketin. Bi rastî jî li şûna gilî û gazincan divê mirov kar û xebatê bike. Divê mirov berhemdar be û ji tinebûnê berhemên balkêş û hêja biafirîne.”

Jêder: ANF

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …