Projeya cîhadparêz û mobîlîzasyona giştî ya kurd

Rojnamegerê spanyol ê pisporê meseleya kurd Manuel Martorell, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê du nuçeyên din weşandin. Rojnameger Martorell, bi nûçe û analîzên xwe yên hêja ji zivistana 2012’an heta niha di derbarê bûyerên li Rojava de agahiyên giranbuha dide raya giştî ya Spanyayê.

Di nûçeya ewilî ya bi navê “’Şerê Navxweyî’ ya di navbera kurd û cîhadparêzan de belavî ‘herêmên rizgarkirî’  yên Sûriyeyê dibe” a ku di 22’yê Tîrmehê de hatiye weşandin de, bi taybetî li ser mezinbûna hêza rêxistinên îslamî ya di nava mixalifeta Sûriyê ye de tê sekinandin. Rojnameger dide zanîn ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraqê û Sûriyeyê bi awayekî berbiçav hêza xwe li “herêmên rizgarkirî” yên wekî Îdlîb, Heleb û Raqayê zêde kiriye û bi biryarî li van herêman dest bi “paqijkirina’ hêzên din kiriye.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku hêzên îslamî xwestine bajarê Efrînê ku xwedî girîngiyeke mezin e û bi di bin ambargoya aboriyê de ye, dagir bikin lê bi ser neketine û paşê li Serê Kaniyê jî bi êrîşa YPG’ê hatine dûrxistin. Di heman nûçeyê de li ser projeya PYD’ê ya ji bo hikumetek û destûreke bingehîn a  demî agahî hatine dayîn û paşê girîngiya herêma Til Ebyadê ya ji bo vê projeyê li ber çav hatiye raxistin. Rojnameger destnîşan kiriye ku ji bo projeya xweseriyê, herêma Til Ebyadê xwedî girîngiyeke kilît e, ji ber ku ev der destûr dide ku ji aliyê cografîk Kurdistana Sûriyeyê bi hev bê girêdan.autonomia02

Nûçeya duyemîn ku bi sernivîsa “Mobîlîzasyona giştî ya kurdan li hemberê damezrandina dewleteke îslamî ya li Sûriyeyê” ku di 2’yê Tebaxê de hatiye weşandin, bi giranî li ser projeya hêzên cîhadparêzan hatiye sekinandin.  Di destpêka nûçeyê de tê diyarkirin ku PYD bang li civaka navneteweyî kiriye ku hêzên cîhadparêz dixwazin di Cejna Remezanê de ku wê di 8’ê mehê de dest pê bike, mîrîtiyeke îslamî” damezrînin û paşê van agahiyan tên dayîn: “Wê paytexta vê mîrîtiyê Raqa be lê di rastiyê de wê herêmên bakurê çola navendî ku ji Helebê heta sînorê Iraqê dom dike û hewzeya bi ber ya Feratê dagir bike. Armancake bingehîn a vê herêmê ev e ku berûberê sînorên Tirkiyeyê ku piranî herêmên kurd lê dimîn in, bigire nava sînorên xwe.”

Li gorî nûçeyê, vê projeyê di çarçoveya planên El-Qaîdeyê ya ji bo rojhilata navîn hatiye pêşxistin, û vî awayî ji “sêgoşeya sunî” ya li Iraqê heta piraniya erdên li bakurê Surîyeyê wê mîrîtî dirêj bibe. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku Dewleta Îslamî ya Iraqê û Sûriyeyê û El-Nusra di heman projeyê de hevkariya hev dikin lê di navbera her du hêzan de cûdahiyek jî heye. Li gorî vê, hêza yekemîn ji endamên ji welatên cûrbecûr pêk tên lê endamên ya duyemîn welatiyên Sûriyeyê ne.

Nakokî û pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyeya Azad û hêzên cîhadparêz de jî hin agahî tên dayîn û tê diyarkirin ku li derdora Îdlîbê û Helebê  hêzên navborî gelek kesan ku di nava wan de hin fermandarên ji Artêşa Sûriyeya Azad jî hebûne înfaz kirine û ev yek ji aliyê mixalefetê wekî “îlankirina şer” hatiye binavkirin.

Di dawiya nûçeyê de li ser Rojava hin agahî tên dayîn û tê destnîşan kirin ku hêrêmên kurd lê bi cî bûne bi pozîsyona xwe ya neteweperestî û çepgiriyê tên naskirin û li hember radîkalîzma îslamî ne. Li vir, li ser kuştina endamekî payebilind ê PYD’ê Îsa Heso agahî tê dayîn û tê gotin ku piştî vê cinayetê, vê partiyê li hember El-Qaîdeyê şerekî çekdarî a giştî daye destpêkirin.

Çavkanî: http://www.cuartopoder.es

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …