Prensîbên etîk ên ji bo rêvebiriya lokal

 

 

Prensîbên Etîk bi armanca teşwiqkirina rêvebiriya lokal a baş ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin. Şaredarên dixwazin rêvebiriya lokal xurt bikin û berpirsiyên xwe yên li hember welatiyan pêk bînin, van rêgezan dipejirînin.

 

Prensîpên Etîk

Destpêk

Rêvebiriya lokal a baş û dilsoz bingeha her neteweya ku hewl dide ku ji bo welatiyên xwe dilxweşî, ewlekarî û destfirehiyê bîne ye. Kêmasî, nelirêtî û bi awayekî xerab meşandina karê xwe yê di rêvebiriya lokal de standardên mînûmûm ên civakê tehdît dike.

Xal 1

Şaredar wê ji bo başiya hevpar a civakên xwe karê xwe bimeşîne û wê ji karê ku dibe ku xisarê bide civakan an cîhana firehtir, dûr bimîne. Ew ê hemû berpirsiya ji bo kiryarên ku ji aliyê wan an ji aliyê endamên rêvebiriya wan hatine kirin, bigirin ser xwe.

Xal 2  

Şaredar wê ji ber siyaset, nîjad, ol, zayend, seqetî an tercîhên seksuel li dijî takekes an koman cudaxwaziyê nekin.

Xal 3

Şaredar wê form û naveroka qanûnên bajar û neteweyên xwe û qanûnên guncaw ên navneteweyî destek bikin. Ew ê ji hemû endamên rêvebiriyên xwe daxwaza heman rêzgirtinê ji hiqûqê re bikin.

Xal 4

Şaredar dema qanûnên bajar û neteweyên wan Danezanana Unîversal a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî binpê bike, wê ji bo li dij derketina van qanûnan azad be.

Xal 5

Dema ku ji aliyekî ve ji bo berjewendiya giştî ya civakên xwe çavkaniyên civakî bi kar tînin, li aliyê din jî divê li ber çav bigirin ku gelo bikaranîneke bi vî rengî dikare ji bo civak û cîhana firehtir xisarê pêk bîne an na.

Xal 6

Şaredar wê ji bo bidestxistina îmtîyaz û awantajên neheq ên ji bo xwe, endamên malbatên xwe, heval û hogirên xwe û hwd ti carî pozîsyona xwe ya fermî bi kar neynin.

Xal 7                                 

Şaredar dema ku awayekî rasterast an nerasterast beşdariya wan a karên aboriyê an şexsî tê gumankirin ku wê bêalîbûn an serxwebûna wan a hukumdayinê binpê bikin, divê ti kiryarên fermî pêk neynin. Ew divê daxwaza heman asta bêalîbûnê ji hemû endamên rêvebiriya xwe bikin.

Xal 8

Şaredar wê ti diyarî bexşên ku famkirin an îmaya ku ew bi armanca bandorê li ser meşandina wezîfeyên wan ên civakî bikin hatine dayîn, qebûl nekin. Ew divê daxwaza heman asta dilsoziyê ji hemû endamên rêvebiriya xwe daxwaz bikin.

Xal 9

Şaredar wê ji bo kiryarên xebatkarên xwe yên fermî ku di nava wan de têkilî, peymanên bi firoşkar, şêwirmend û komeleyên karsazan re jî hene, ji kontrola civakî re vekirî bin. Şaredar wê her kiryarê nelirê yên wekî bertilxwarî û pêşniyazkirina diyariyan ragihînin.

Xal 10

Şaredar wê ji bo armanca xurtkirina civaka sivîl a bi riya hişmendiya civakî ya ji bo çalakiyên rêvebiriya bajarên xwe, bixebitin.

Xal 11

Şaredar wê ji bo destekirina hevkarî û niyeta baş a di navbera bajaran de ya bi awayekî neteweyî û navneteweyî tesîra xwe bi kar bînin.

Çavkanî: Citymayors.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …