Pontûs berê yûnan bû

Di 100 saliya jenosîdê de komeleyên ji yûnanên Pontûsê yên li her aliyê cîhanê belav bûne ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku sûcên ku di salên 1913 û 1922’an de li hemberê mirovahiyê kiriye nas bike.

Pontûs herêmeke dîrokî ya li bakurê Anatoliyê ye û berûberê keviyên Behra Reş erdên berfireh digire nava xwe. Yûnanên Pontûsê miletekî kevnar bûne ku bi hezaran salan li ser vê herêma ji Sînopê heta Hopayê dirêj bûye, hebûna xwe dom kiriye. Mixabin di sala 1919’an de gelê vê herêmê rastî jenosîda ku bi destên neteweperestên tirk hatiye meşandin bûne û di navbera çar pênc salan de dawî li hebûna vî gelî hatiye.

Jenosîda Pontûs di 19 Gulana 2019’an dikeve sed saliya xwe û li her aliyê cîhanê ji aliyê yûnanên ji herêmê yên ji jenosîdê xelas bûne tê bi bîr anîn. Hêjayî gotinê ye ku heta aniha Komara Tirkiyeyê vê jenosîdê nas nekiriye û guh nedaye hewldanên ji bo rûbirûmayina sûcên li hember mirovahiyê yên hin saziyên yûnanên Pontûsê.

Sembola Pontûsê

Kurtedîroka pêkhatin û geşbûna Pontûsê

Çavkaniyên dîrokê diyar dikin ku koloniya pêşiyê yên li Behra Reş (Pontûs) di salên BZ (Beriya Zayina Îsa) 800’î de li Sînopê hatiye damezrandin. Bazirganên ji bajarê Îyonya Miletusê damezrînerê vê koloniyê bûne. Paşê şêniyên yûnan li hemû keviyên Behra Reş koloniyan damezrandine.

Di dema Împaratoriya Bîzans de koloniyên yûnan di her alî de pêşketine û bandora xwe ber bi erdên dûrî peravê jî berfireh kirine. Piştî dagirkirina Stenbolê ji aliyê xaçparêzên katolîk a di 1204’an de, ji aliyê Alexiusê I’emîn ê ji xanedana Bîzans Împaratoriya Trebîzond hatiye damezrandin.

Nexşeya erdên Pontûsê

Di sedsala 15’emîn de Trebîzond (Trabzon) ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatiye dagirkirin û dawî li hebûna dewleta yûnan hatiye anîn. Digel têkçûna leşkerî, gelê Pontûs ji aliyê civakî û çandî de bi serfirazî di ber xwe daye û nasnameya xwe ya xwerû domandiye. Bi taybetî di warê aboriyê de herêm gelek pêşketiye û ji ber dewlemendiyê wê ber bi dawiya sedsala 19’emîn de nifûsa herêmê derketiye 330 hezarî. Di destpêka sedsala 20’emîn de nifûsa Pontusê gihiştiye 700 hezarî.

Ji sedsala 19’emîn û pe ve ligel pêşketina rewşa aborî, bingeha perwerdeyê jî hatiye amadekirin. Di sala 1860’an de li seranserê Pontûsê 100 dibistan hebûne û herwiha rojname, weşangeriya curbecur, klûbên çandî û spor û şano li her aliyê herêmê belav bûne.

Destpêka zilmê û jenosîd

Di 1908’an de li Împaratoriya Osmanî Şoreşa Meşrûtiyetê pêk hat û bi reformên xwe hêviya ji bo azadiyê di nava gelên di bin serdestiya vê împaratoriyê de belav kir. Mixabin hêvî kurtedemek şûn de ji holê rabûn û neteweperestên tirk ên ji tevgera Jon Tirk hatibûn îktîdarê bi dest xistin. Ji vê demê û şûn ve dewlet ket bin xizmeta neteweperestiya tirk û bi taybetî li dijî gelên xrîstiyan zilmeke nedîtî hat meşandin.

Şandina pontûsiyan ber bo Yûnanîstanê ve

Bi hinceta ku bi Rûsyayê re hevkariyê dikin, neteweperetên tirk dest bi zilma li dijî ermenî û yûnanên li Pontûsê kir. Piştî tunekirina nifûsa ermenî ya di encama jenosîda 1915’an de, ji bo tunekirina yûnanên Pontûsê seferberî dest pê kir. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gelek yûnan di “Tabûrên Karkeran” ku karên giran ên ji bo desteka Artêşa Osmanî bi wan dihat kirin, hatin bicîkirin. Di encama karên giran, nexweşî û birçîbûnê de gelek ji van kesan li erdên dûrî welatê xwe mirin.

Li hember zilma dewleta Osmanî, rêxistinên yûnan ketin nava tevgerê û di 1917’an de “Komara Pontûsê” ya demkurt li Trebîzondê hat damezrandin.  Rêvebiriya yûnan heta 1922’an hebûna xwe dom kir lê ji aliyê hêzên girêdayî Komara Tirkiyeyê ve dawî lê hat anîn. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên di navbera hêzên hevpeymanên Ewrûpî û Yûnanîstanê ya ji bo damezrandina herêmeke xweser a Pontûs-Ermenîstanê bi encam nebû.

Dema paşayê Osmanî Mustafa Kemal (Ataturk) di 19 Gulan 1919’an de hat Samsûnê, pêvajoya duyemîn û jenosîdê dest pê kir. Bi hezaran yûnanên Pontûsê ji aliyê yekîneyên artêşa osmanî yên girêdayî neteweperestên tirk û çeteyên Topal Osman ve hatin kuştin. Di 1922’an de ku Artêşa Yûnan li hemberê hêzên tirk têk çûn û terka Anatolyayê kirin, li derdora 200,000 yûnanên Pontusê hatibûn kuştin. Hin dîrokzan îdia dikin ku vê hejmarê digihîje 350 hezaran.

Mubadeleya nifûsê û koçberî

Gelek yûnanên ku ji qirkirinê reviyan koçî başûrê Rûsyayê kirin. Şêniyên mayî yên herêmê jî di çarçoveya peymana mubadeleya 1923’an a ku di navbera Tirkiye-Yûnanîstanê hat morkirin de ji erdên xwe hatin derxistin. Bi vê mubadeleyê  tirkên li Yûnanîstanê û Stenbol ne tê de, yûnanên li Komara Tirkiyeyê dijiyan bi hev hatin guherandin. Tê texmînkirin ku qasî 400 hezar rûniştvanên li Pontûsê ji Yûnanîstanê re hatin şandin. Pontûsiyên nûhatî li her du herêmên bakur ên welat, li Makedonya û Trakyayê hatin bicîkirin. Bi koça pontusiyan, demografyaya bakurê Yûnanîstanê ji bin ve guherî. Hejmara rûniştvanên slavên ji Bûlgarîstanê û Makedonyayê ya li van herêman her ku çû kêm bû û li bakurê welat ji aliyê hebûna etnîk ve yûnan serdest bûn.

Di 100 saliya jenosîdê de komeleyên ji yûnanên Pontûsê yên li her aliyê cîhanê belav bûne ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku sûcên ku di salên 1913 û 1922’an de li hemberê mirovahiyê kiriye nas bike.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …