Polonya hebûna Sîlezyayê red dike

 

 

 

Polonya di modela xwe ya netew-dewletê de israr dike. Hikumeta nû ya Polonyayê daxwaza naskirina hebûna etnîk û ziman a Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistinred kir.

 

Însîyatîfeke Sîlezyayê daxwaznameyeke ku 140,000 kes îmze kiribû pêşkêşî hikumetê kiribû. Di daxwaznameyê de ji hikumetê hatibû xwestin ku hebûna etnîk a Sîlezyayê û zimanê sîlezî nasbike.

 

Mixabin hikumeta nû ya Kaczynski wekî hikumetên berê van daxwazan redkir. Di bersiva redkirina hikumetê de hat diyarkirin ku “mîrateya sîlez parçeyeke nikare ji hev bê veqetandin a kevneşopiya neteweyî ya Polonyayê ye û her hewldana destekirina nasnameya cuda ya sîlez a di paşerojê de ji aliyê rêvebiriyên Almanya û Çekoslovakyayê hatiye xwestin”.

220px-Region-Silesia-copy2

 

Di serjimara 2012’an de 850,000 kes xwe wekî endamên neteweya sîlez dabû naskirin. Polonya destûrê nade ku li Sîlezyayê perwerdeya bi zimanê sîlezî bê kirin û navên sîlezî yên gund û bajaran nayê naskirin.

 

Hevgirtina Azad a Ewropayê (EFA) bang li hikumeta Polonyayê kir ku dawî li polîtîkaya xwe ya cudaxwaz bîne û li gorî prensîbên dewleteke ewropî ya modern tevbigere. Rêxistinê di heman demê de bang li Komîsyona Ewropayê kir ku ji Polonyayê daxwaza rêzgirtina peymanên damezrîner ên Ewropayê bike.

 

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …