Plaid Cymru dixwaze xweseriya Galê bê xurtkirin

 

 

Partiya sereke ya Galê Plaid Cymru da xuyakirin ku ew hemû hêzên ku wê transferê Skotlandê bê kirin ji bo herêma xwe jî dixwazin.

Serokê Partiyê Edwards diyar kir ku hêzên ku ji bo Skotlandê hatine tespîtkirin ji bo Galê mimkûn e. Di nava hêzên ji bo Galê tên xwestin de hêza berhevkirina bacê jî heye û herî zede li ser vê mijarê nîqaş tên meşandin.

Lê Wezîrê Xizneyê ya hikumeta brîtanî di 18’yê Mijdarê de da xuyakirin ku divê Gal hêza berhevkirina sbacê bi dest nexe. Vê daxuyaniyê wekî bersiva pêşniyazên ji aliyê Komîsyona Silkê ku di rapora wê ya Adara 2014’an de carekê din transferkirina hêza berhevkirina bacê cî girtibû, hat dayîn.

Gal ji 2012’an ve di nava pêvajoya xurtkirina xweseriyê re derbas dibe. Bi armanca amadekirina raporên ji bo pêşxistina mafên xwerêvebirinê ya herêmê, Komisyona Silkê hatiye damezrandin. Vê komîsyonê di 2012’an de jî raporekê weşand û vê raporê wekî rapora 2014’an li ser transferkirina hêzên berhevkirina bacê, sîstema edaletê û revebirina polîs pêşniyazan kiribû.

Piştî referandûma ji bo serxwebûna Skotlandê ya di Îlona 2014’an de, ji bilî Galê li hin bajar û herêmên din ên Brîtanyayê daxwazên xwerêvebirinê hatin bilindkirin. Partiya herêma Cornwallê (Kernow) Mebyon Kernow jî daxwaz kir ku li herêmê meclîsa xweser a Cornwallê bê damezrandin. Herwiha li bajarên wekî London, Manchester û Liverpoolê daxwazên nû yên ji bo xurtkirina desentralîzasyonê derketin holê. Ji bilî van pêşveçûyinan, li bakurê rojhilatê Brîtanyayê hin derdorên herêmparêz dixwazin meclîseke herêmî bê damezrandin.

Çavkanî: Nationali.info, Agencebretagnepresse.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …