Piştgirî û cot standardî: Çima Filîstîn lê ne Kurdistan?

 

 

Meseleya Filîstînê li seranserê cîhanê baş tê zanîn û gelek mirov piştgiriyê didin gelê Filîstînê. Filîstînî gelekî bê dewlet e ku nêzîkî 70 salan e ji bo dewletekê têkoşînê dike. Vê destekê piranî bi riya prensîba mafê diyarkirina qederê pêk tê.

Dema mirov vê pişgiriyê bi kampanyaya serxwebûna Kurdistanê re bide ber hev wê bibîne ku destek kêm dibe. Divê bê gotin rastiya ku kurd li cîhanê koma etnîk a herî mezin a bê dewlet in, rastiyeke baş nayê zanîn e. Têkoşîna wan ji dema hilweşîna împaratoriya Osmanî ya sed sal berê û heta niha didome. Digel vê jî, doza kurd ji aliyê kesên ku ji bo Filîstînê kampanya dimeşînin bi awayekî ecêbmayi tê îhmalkirin.

Du komên mezin ên ku destekê didin doza Filîstînê hene. Yekemîn, filîstînî bi xwe hene û ji wan mezintir cîhana misilman hene. Koma ewilî xwedî berjewendiya rasterast a vê mijarê ye û yê din bi giranî hestê xwe yê wezîfeya olî ya ji bo bira û xwişkên xwe nişan didin. Terîma “Ummet” ya ku peyveke erebî ya tê wateya “civakê” an “biratiya” gelên ereb, bûye sebeb ku doza Filîstînê ne tenê bibe meseleyeke ereban lê bibe yê misilmanên cîhanê ye. Koma duyemîn bi giranî rojavayiyên ku piştgiriyê didin filîstiniyan û dibêjin ku polîtîkayên Îsraîlê ji berê ve şaş in û ne qanûnî ne. Vê helwestê di nava kesên çepgir û lîberalan de berfireh bûye lê bi gelemperî di nava nifûsa welatên Rojava de cî girtiye. Pirsa ji bo van her du koman ev e: Çima ew ji bo doza kurd ewqas bê deng dibin?

Hefteya borî  posterên ku li dora kampusa LSE’yê (London School of Economics) hatibûn daleqandin pirsa “Filîstîn dikare azad bibe?” dikir. SWP (Partiya Karker a Sosyalîst) li kampusê bû û broşurên ku ji mirovan dixwest beşdarê civîneke li ser Filîstînê bibin, belav dikirin. Heta niha çalakiyeke wiha ji bo gelê kurd ji aliyê SWP an komeke din a çepa radîkal hatiye kirin? Eger hatibe kirin jî dema mirov bi lehiya protestoyên ji bo Filîstînê hatine kirin re bide ber hev ew çiqas kêm in?

Helbet bersiva vê heye. Ji ber ku medya û rojnameger bi Filîstînê re eleqeder dibin û Kurdistanê îhmal dikin. Hin kes bi awayekî jidil dikarin sebeba ihmalkariya xwe bi vê rewşê girêbidin. Lê dîsa jî dema ku ew bala xwe bidin ser vê meseleyê, naskirina doza kurd berpirsiya wan e. Misilmanên bi tenê destekê didin Filîstînê divê pirsa ku tê kirin bibersivînin. Kurdên ku bi giranî misilman in ne parçeyeke ummetê ne? Bi taybetî ligel rastiya ku kurd li dîjî teokrasiya DAIŞ’ê şer dikin, çi tişt hene ku dihêle Filîstînî balê bikişînin?

Mixabin pirs ne di derbarê ku kî qurban e lê bêtir kî êrîşkar e de ye. ji ber vê sebebê, hin kes bawer dikin ku parastina Filîstînê li dijî dijminê wan ê sereke serbilindiye û di encama vê de dikarin pir û pir kêm dozeke din a meşrû ango di vê mijarê de doza kurdan nas bikin. Antî-semîtîzma gelek kesên li aliyê Filîstînê ne taybetiyeke rasterast e lê ji aliyê fikara wan a ku bi tenê bi Îsraîlê ve girêdayî ye.

Ji aliyê ve, Îran mînakeke lêkolînê ya kêrhatî pêk tîne. Gelek caran dema ku bernameya nukleer a Îranê û rewşa wê ya mafên mirovan tê rojevê, mijar bêyî bifikirin  ji xwe ber tê ser çekên Îsraîlê û muameleya wê ya lî dijî Filîstînê. Kesekî dema Îsraîlê şermezar dike nikare di heman demê de Îranê jî şermezar bike? Eleqeya bê hevkêşe ya li ser pevçûna Îsraîl- Filîstînê ji wan re kêrhatî xuya dike, ji ber ku Îsraîl dijminê hatiye hilbijartin û hedefeke hêsan e.

Kurd ji bo serxwebûnê li dijî Tirkiye, Sûriye, Îranê û niha li dijî DAÎŞ’ê şer dikin.  Min berê tespît kiribû ku bi riya derxistina mijara Îsraîlê li ser hemû mijaran ku pirî caran dibe sebeba lidervehiştina hemû mijarên din, di navbera her du koman da helwesteke sabit e. Bi vî awayî, lobiya Filîstînê pirî caran nikare piştgiriya xwe ya bi kurdan re nîşan bide. Ew ê dem nîşan bide ku ji bo ew bigihîjin pozîsyoneke serbilind û rast ew ê kîjan bûyer an guherîneke jeopolîtîk wan bihejîne?

——————

Vê gotara ku ji aliyê Zwan Mahmûd ve hatiye nivîsandin, di 26.10.2014’an de www.kurdistantribune.com’ê de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …