Pirtûka di derbarê xweriya demokratîk de hat weşandin

 

 

Pirtûka bi navê Democratic Autonomy in Northern Kurdistan (Xweriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê) ji aliyê weşanên New Compass Press’ê ya lı Norwêcê ve hat weşandin. Pirtûk di encama  geşta bakurê Kurdistanê ya aktîvîstên rêxistina TATORT’ê ku di sala 2011’an de hatiye lidarxistin de derketiye holê.  

Bi armanca famkirina ku xweseriya demokratîk a ku ji aliyê tevgera kurd ve hatibû îlankirin çawa di pratîkê de tê meşandin, koma aktîvîstên rêxistinê navborî geşta xwe ya li Bakurê Kurdistanê li dar xistine.

Koma aktîvîstan diyar dikin ku di bin mercên giran de, ji 2005’an û vir ve tevgera li Bakurê Kurdistanê ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û ji aliyê zayendê ve azad sîstemeke ku ji meclîsên gund, bajar û taxan pêk tên ava kirine. Di pirtûkê de tê diyarkirin ku mekanîzmayên di vê sîstemê de hatine avakirin hîn jî derfetê nadin ku jiyanake bi tevahî ji netewe-dewletê û aboriya bazarê bi tevahî azad derkeve holê lê aliyekî din sîstema li wir tê meşandin li hember van hêzan dij-hêzekê pêk aniye.

Di pirtûkê de hevpeyvîn û gelek agahiyên dokumental ên di derbarê meşandina vîzyoneke çepgir a nû de gelek agahî cî digirin. Pirtûka ku di Cotmeha 2013’an de hat weşandin ji 212 rûpelan pêk tê.

Çavkanî: New-compass.net

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …