Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz bi tirkî û kurdî hate weşandin


Pirtûka destan a nûçegihaniya zarokparêz, bi navê xwe yê din pirtûka bi navê Nûça û Zarok li Pirtûkxaneya Nûçegihaniya Zarokparêz hatiye zêdekirin. Umay Aktaş Salmanê pirtûk nivîsandiye, Ezgi Komanê jî ji bo weşanê amade kiriye.

Pirtûk ji hêla Mûrat Bayram û Ferîd Demîrel, edîtorên bianetê û Abdulselam Yildirim, stajyerê bianet kurdiyê ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Projeya Nûçegihaniya Zarokparêz

Projeya Nûçegihaniya Zarokparêz di navbera Kanûna Paşiyê ya 2018 û Sibata 2019ê de, bi piştgiriya aborî ya Ajansa Geşepêdan û Hevkariyê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) hatiye çêkirin. Koordînatora projeyê Elîf Unal e. Yekem berhema vê projeyê Pirtûkxaneya Nûçegihaniya Zarokparêz bû.

Ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê dersdêr Prof. Dr. Asli Tûnçê roja 16, 20 û 24ê Nisana 2018ê, di 31 rojnameyên netewî de li nûçeyên derbarê zarokan de nêriye û raporek amade kiriye. Bingehên vê pirtûka destan avêtiye.

Em spasiyên xwe pêşkêşî ekîba bianetê û wan kesan dikin ku keda wan di weşana Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz derbas bûye.

Sêyem pirtûka destan a Pirtûkxaneya BIAyê

Nûça û Zarok sêyem pirtûka destan e ku ji hêla bianetê ve û li ser mijara rojnamegeriyê tê amadekirin. Yekem pirtûka Pirtûkxaneya BIAyê “Pirtûka Destan a Rojnamegeriya Aştîxwaz” bû ku Sevda Alankuşê nivîsandiye. Ya duyem jî “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zayenda Civakî” bû ku Çiçek Tahaoglû û Elif Akgulê nivîsandine.

Pirtûka bi navê Nûçegihaniya Zarokparêz a ku ji hêla Sevda Alankuşê ve hatiye amadekirin û ji hêla Weşanên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ve hatiye weşandin, ji bo vê pirtûka bi navê Nûçe û Zarok bûye bingeh. Pirtûk bi formada online hatiye amadekirin. Bi kurtasî, pirtûka Nûçe û Zarok êdî li ser komputerê, tabletê û telefonê her gav li ber destê we ye.

Mater: “Hêviya me heye ku êdî wê ti kes hincetê nebîne”

Pirtûka destan ji 56 rûpelan pêk hatiye. Pirtûk bi nivîsa Nadire Mater, Seroka Lijneya Rêveberiya Wepfa Ragihandinê ya IPSyê û şêwirmenda projeyê dest pê dike.

Materê di nivîsa xwe de wiha gotiye: “Hêviya me heye ku êdî wê ti kes di nivîsandina nûçeyan de zarokparêziyê piştguh neke yan jî wê hincetê nebîne ku çêneke”.

Di her mijarê de behsa zarokan dike

Di beşa bi navê “Li Tirkiyeyê Rewşa Zarokan” de rewşa zarokên ku li Tirkiyeyê dijîn tê vegotin. Di beşa bi navê “Di Medyayê De Zarok” de behsa nîşandana zarokan a di medyayê de dike. Beşeke mezin ji pirtûkê behsa pêşniyarên ji bo rojnamegeran dike.

Pêşniyar û xalên ku di dema çêkirina nûçeyên derbarê zarokan de divê rojnameger lê baldar bin di pirtûkê de hatine nivîsandin.

Di beşa bi navê “Nûçeyên Mînak” de jî mijarên ku di pirtûkê de behsa wan hatine kirin bi nûçeyên mînak hatiye berbiçavkirin. Di rêberê de her weha rojnamegerên ku li qada rojnamegeriyê kar dikin behsa tecrûbeyên xwe kirine, zarokan jî nêrînên xwe aniye ziman. Pirtûk bi ferhengekê diqede ku bi nêrîna zarokparêziyê hatiye amadekirin û wê termînolojiya nûçegihaniya zarokparêz firehtir bike.

Aktaş-Salman: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di medyayê de ye”

Umay motîvasyona xwe ya di dema nivîsandina pirtûka destan de wiha rave dike:

“Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di medyayê ew e; nêrîna ku zarokan weke ‘nîvwelatî” dibîne asayî dike. Weke rojnamegerekê û lêkolînerekê ji bo min gelekî girîng bû derbarê vê pirsgirêkê de binivîsim ku ez gelekî girîng û bingehîn dibînim. Bianet bi salane derbarê nûçegihaniya mafparêz de atolyeyan çêdike û pirtûkan, pirtûkên destan û nûçeyan diweşîne ku ev atolye û berhemên nivîskî, rêya rojnamegeran û namzetên rojnamegeriyê ronî dikin. Ev hewldana bianetê ya ku vê pirsgirêkê her gav tîne rojevê, dihêle bê nîqaşkirin hişt ku ev pirtûk bê nivîsandin”.

Ezgi Koman: “Ev ne qencî lê berpirsiyarî ne”

Ezgi Komana ku edîtoriya pirtûka destan kiriye got, ji bo bikaribin zarokan bikin aktor “divê bi wê nêrînê li zarokan binêrin ku “şirîkê jiyanê ne, serbixwe ne, xwediyê maf û azadiyê ne û kesayet in”. Koman van tiştan li ser gotina xwe zêde dike: “Ev ji xwe ne qencî ne, li Tirkiyeya ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî îmze kiriye berpirsiyarî ne”.

Di kurdiya kurmancî de yekem e

Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz bi tirkî re di heman demê de bi kurdî jî hate weşandin. Ji hêla naverokê ve li Tirkiyeyê yekem rêbera bi kurdî ye. Yek ji wergêrên pirtûkê Ferîd Demîrelî got, “Kêm cih hene ku bi kurdî nûçegihaniyê dikin. Li gor nêrîna min wê ji bo wan bibe mînak. Dibe ku bi vê rêbera me re zêdetir bibin”.

Abdulselam Yildirim jî tevlî vê daxwazê bû û wiha got: “Termên ku di ferhengê de hatine bi kar anîn, wê gelekî fêdê li berhemên di demên pêş de derbikevin bike”.

Murat Bayramî jî ev tişt li van gotinan zêde kir: “bianetê dest avêtiye pirsgirêka perwerdeyê ku kurdî di vî warî de hinekî li paş e. Hindik tişt hene. Di nava van tiştên hindik de wateya gavên ku bianet diavêje gelek mezin e”.


Bianet

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …