Peymana Mafên Zarokan bi sê zimanan hate weşandin

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) şaxê Amedê pirtûka destan a Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) ya ji bo kurdî (kurmancî, kirmanckî) erebî û tirkî hatiye wergerandin li Amedê belav kir.

Komisyona Zarokan a İHDya Amedê bi sedema hatina Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pirtûk li Qada Şêx Seîd (Dagkapi) û herêma Sûrê belav kiriye. Beriya belavkirina pirtûkan endamên komisyonê li vir daxuyaniyek daye û gotiye ku, fişarên di serî de li ser kurdî û hemû zimanên ku li herêmê tên bikar anîn, divê demildest bi dawî bibin û zimanên ku beşeke mezin ê civakê pê diaxivin divê Parlamento weke zimanê fermî qebûl bike.

Dîsa di dema belavkirina pirtûka destan a ku bi piştgiriya Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê ve hatiye amadekirin û zarokan wêneyên tê de xêz kirine de behsa mafên zarokan û girîngiya bikaranîna zimanê dayikê hatiye kirin.

Îsal 19em sala 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ye ku Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO), di sala 1999ê de ragihandiye. UNESCOyê îsal weke Sala Zimanên Herêmî ya Navnetewî diyar kiriye.

Jêder: Bianet.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …