Peymana ji bo parastina zimanê frankoprovençalî

 

 

Herêma Rhone-Alpes a Fransayê û Herêma Xweser a Aostayê ya Îtalyayê ji bo parastina zimanê frankoprovençalî peymaneke hevkariyê îmze kirin. Li gorî peymanê wê di warê perwerde, medya, veguheztina ziman a di nava malbatê de hevkarî bê kirin.

Belgeya bi navê Peymana ji bo Pêşketina Zimanê Frankoprovençalî di 28’ê Gulanê de ji aliyê nûnerên her du herêman ve hat îmzekirin.  Di belgeyê de hat gotin ku “ji bo parastina frankoprovençalî wê polîtîkayeke ziman a hevpar bê avakirin”.  franco-provencal-mapS

Frankoprovençalî ku wekî arpîtanî jî tê naskirin li herêmên cîran ên li Fransa, Îtalya û Swîsreyê tê axaftin. UNESCO vî zimanî xistiye kategoriya zimanên ku bi xetereya mezin a jiholêrabûnê re rû bi rû mane. Tê texmînkirin ku zêdetirî 100,000 kes frankoprovençalî diaxivin. Piraniya axêverên ziman li herêmên Aosta û Piemonte yên Îtalya û herêma Rhone-Alpes a Fransayê dijîn.

 

Jêder: Nationalia.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …