‘Pêwîst e Tirkiye bibe 25 herêmên xweser’

 

 

Rêxistinên DBP û HDPê yên Qersê bi mijara ‘Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê’  panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn.

Panela, ‘Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê’ li Qersê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna di panelê de axivî, wek rêbazê çareseriyê konfederalîzma demokratîk nîşan da. Berdevkê HDPê Bîlgen jî bal kişand ku têkoşîna herî wêrek û bi biryar tevgera Kurd dimeşîne.

Berdevkê HDPê Bîlgen got: ‘Bi fedakartiyeke mezin, di têkoşîneke hebûnê ya ku bi wêrektiyek mezin û ji şertên zor de îro li hember zîhniyeteke ku tevahî cîhanê tehdît dike, li dijî mekanîzmaya komkujiyê, têkoşîna herî wêrek û bi bîryar tevgera Kurd dimeşîne.’

Emine_ayna2

Bîlgen behsa asta tevgera Kurd a li Rojhilata Navîn jî kir û wiha got: ‘Aştiya civakî çareserî ye, muxatabên pirsgirêka jiyana hevpar jî tevahî beşên civakê yên tên pelçiqandin in. Hêza tu kesî nagihê ku muxataban bi operasyonên li ser maseyan aktoran diyar dikin çêbikin.’

Panelê de Emîne Ayna jî axivî û bal kişand ser xweseriya demokratîk û destnîşan kir ku pergaleke dikare bi şêwazê herî baş daxwazên neteweyî û siyasî pêşwazî bike ev model e.

Ayna wiha berdewam kir: ‘Em behsa 25 herêmên xweser di Tirkiyeyê de dikin, pêşniyara me ev e. Wê li vir berjewendiyên gel tine bê hesibandin, em teqez li hember vê derdikevin. Tiştê ku em dibêjin konfederalîzma demokratîk jî modelek îdeal a li hemberî vê ye.’

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …