Pevçûna navxweyî ya li Ûkraynayê gihîşt Kirimê

 

 

Şêniyên rûsîaxêf ên li Kirimê ku ji dema destpêka pevçûna navxweyî û vir ve li dijî guherîna îktîdarê ya li Ûkraynayê derdiketin, veqetîna ji vî welatî nîqaş dikin. Rûsîaxêvên ji Kirimê bi armanca diyarkirina qedera herêmê ketin nav hewldanan.

Bi hezaran kirimî bi armanca protestokirina îstîfaya Serokê Ûkraynayê Yanûkovîç li Sîwastopol, Sîmferofol û Kerçê daketin kolanan. Di xwepêşandanan de alên Rûsyayê hatin bilinkirin û ji vî welatî hat xwestin ku Kirimê li dijî guherîna îktîdarê biparêze.

Li gorî nûçeyên dawî yên di medyaya ewropî de hatine weşandin, li paytexta Kirimê Sîmferopol û li bajarê Sîwastopolê hin komên çekdar derketine holê û dane xuyakirin ku “bi armanca parastina herêmê ji derbeya hikumetê ya ku ji aliyê neteweperestên ûkraynayî hatiye kirin” ew biçek bûne. Lî gorî nûçeyeke din jî yek ji koma milîs a li Sîwastopolê bi navê Tabûra Kazakên Rûs xwe birêxistin kiriye û fermandarê tabûrê daye xuyakirin ku ew amadene herêma xwe biparêzin.

Di nûçeyeke kovara amerîkî Timeê de hat diyarkirin ku di navbera delegasyoneke dîplomatên rûs û qasî 3,000 xebatkarên rêvebiriyên lokal ku hemû jî alîgirên Rûsyayê bûne, li bajarê Harkovê ya li rojhilatê Ûkraynayê civînekê li dar xistine. Li gorî nûçeya kovarê, di biryara piştî civînê de hatiye girtin de wiha hatiye gotin: “Ahenga navîn û ewlekariya Ukraynayê di bin xetereyê de ye. Pênc santralên atomê û 15 reaktorên nukleer bi awayekî rasterast di bin gefa derdorên radîkal û terorîstan de ne. Heta ku terorîst dest ji çekên xwe û dorpêçkirina avahiyên hikumetê bernedin wê rêvebiriyên lokal ên li Kirim û Ûkraynayê hemû biryarên wan qebûl nekin û bi serê xwe berpirsiya domandina nîzama destûra bingehîn bikin.”

Li ser pêşveçûyinên dawî, Parlamentoya Kirimê ya li paytext Sîmferopolê xwest bi rûniştineke awarte di derbarê diyarkirina qedera herêmê de biryarekê bide. Lê rûniştina ku di 26’ê Sibatê de hat li dar xistin rastî alîgirên yekitiya bi Ûkraynayê re hat û ji ber vê yekê rûniştin bêyî ku bigihîje encamekê, hat betalkirin.

kirim_2

Taybetiyên herêma Kirimê

Kirim nîvgiraveke li başûrê Ûkraynayê û li kêleka Derya Reş e ku mezinbûna wê qasî 26,100 km2 ye. Li herêmê li derdora 2 milyon mirov dijîn ku hemû jî di nava sê komên etnîk de parve bûne. Koma herî mezin bi rêjeya xwe ya ji % 58 rûs e û rêvebiriya herêmî bi giranî di destê wan de ye. Rola rêvebir a rûsan bi hebûna navendeke leşkerî ya deryayê ya Rûsyayê ku 25,000 leşker lê diminîn, tê destekirin û bêtir tê xurtkirin. Ûkraynayî bi rêjeya xwe ya ji % 24 koma duyemîn pêk tînin û koma sêyemîn jî ji tataran pêk tê ku ew jî ji % 12’yê nifûsê ne.

Li gorî lêkolîneke di 2011’an de hat lidarxistin, ji % 61’ê rûsan destekê didin yekitiya bi Rûsyayê re û ji % 11’yê vê komê serxwebûna herêmê dixwazin. Berevajiya vê, ûkraynayiyên li herêmê alîgiriya domandina yekitiya bi Ûkraynayê re dikin. Li gorî heman lêkolînê, ji % 56’ê tatarên kirimî dixwazin Kirim di nava sînorên Ûkraynayê de bimîne û ji %33’yê vê komê alîgiriya serxwebûna herêmê dike.

Çavkanî: Nationalia.info / Time.com / Rferl.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …