Pêvajoya aştiyê di vîrajekê re derbas dibe

Hevserokê desteya rêvebiriya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku ew vekişandina hêzên wan ên çekdar ji Kurdistan û Tirkiyeyê didin sekinandin. Bayik, nêzîkbûna dewlet û hikumeta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de wekî sebebên vê biryarê nîşan da.

Li gorî nûçeyeke di ANF’ê de hat weşandin de, hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Bayik diyar kir ku wan heta 1’ê Îlonê molet dabûne lê hikumet gav neavêtîye û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirk heta niha gavek navêtiye û ev jî tê vê wateyê ku naxwazin pirsa kurd çareser bikin û mebesta wan tunekirin e û dixwazin şer bikin. Em ê jî xwe li hember vê yekê biparêzin. Lewma em vekişîna gerîla didin sekinandin.” Bayik destnîşan kir ku heke operasyonên Artêşa Tirk li dijî wan zêdetir bibe, wê demê gerîlayên ku ji Tirkiyeyê vekişiyane nav axa başûr wê dîsa bên vegerandin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku ji bo civîna welatên G20 li Rûsyayê bû, piştî daxuyaniya Bayik diyar kir ku ew ê guh nedin van daxuyaniyan û li gorî nexşeriya xwe xebatên xwe bidomînin. Ev jî tê vê wateyê ku AKP naxwaze krîzê ku di domandina pêvajoyê de derketiye holê kûr bike û tê hêvîkirin ku piştî vegera serokwezîr ji derveyê welat, wê demeke ne dûr de pakêta ku hikumet li ser dixebite bê eşkerekirin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî di vê mijarê de helwesteke nerm nîşan da û got ku gotinên Bayik nayê wateya sekinandina vekişînê. Tê plankirin ku  di rojên pêş de ji BDP’ê û ji saziyên dewletê du heyet ji bo nirxandina pêvajoya dawî  biçin Îmraliyê.

KCK’ê li ser daxwaza rêberê PKK Abdullah Ocalan roja 23’yê Adara 2013’an agirbesteke yekalî deklere kiribû û di 8’ê Gulana heman salî dest bi vekişandina hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê û hin herêmên Tirkiyeyê kiribû. Di demên dawî de rêvebirên cûrbecûr ên rêxistinên tevgera kurd gelek caran hikumetê hişyar kiribûn û daxwazkiribûn ku hikumet divê heta 1’ê Îlonê bernameya xwe ya ji bo çareserkirina problema kurd eşkere bike û di nava Çiriya Pêşîn de jî dest bi avêtina gavan bike.

Li aliyekî din, Hikumeta AKP’ê dabû xuyakirin ku ew li ser pakêtek demokrasiyê dixebite û di dem ali pêşiyê de eşkere bike. Serokwezîr û hin nûnerên  hikumetê ragihandibûn ku heta niha bi tenê ji % 20’ê hêzên gerîla vekişiyan e û ji ber vê, ew nikarin derbasî qonaxeke din a vê pêvajoyê bibin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …