Petro baca dewlemendan zêde dike

Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro sozên ku di kampanyaya hilbijartinê de dabû pêk tîne

Gerîlayê berê Petro,  ji bo gava ewil baca li ser dewlemendên welêt zêde kir

Plan ev e, îsal 5.75 milyar dolar têkeve xizneya Kolombiyayê

Serokê Kolombiyayê di îcraeta xwe ya ewil de pêşniyazqanûneke bacê amade kir.

Li gorî qanûnê, kesên mehane 10 milyon peso ango 2300 dolarî zêdetir qezenc dikin, wê baceke taybet bidin.

Her wiha li gorî qanûna nû, şîrketên madenê yên ku zirarê didin hawîrdorê wê bacê llzêdetir  bidin.

Qanûn bi vê naveroka xwe, wê bandorê li şîrketên zêr, petrol û madeyên din ên xam difiroşin derveyî welêt bike.

5.75 milyar dolar bac

Bi qanûna nû ya bacê re plan ev e, îsal bi qasî 25 trilyon peso (5.75 milyar dolar) têkeve xizneya Kolombiyayê.

Baca ji dewlemendan were girtin, wê ji bo têkoşîna li dijî birçîbûn û xizaniyê bê bi kar anîn.

Di mehên hezîranê û tebaxê de li Kolombiyayê du tûrên hilbijartina serokomariyê hatibûn lidarxistin.

Gustavo Petro di her du tûran de jî 50 ji % zêdetir dengan wergirtibû.

Bi vê encamê, cara yekemîn li Kolombiyayê siyasetmedarekî çepgir bûbû serokê welêt.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …