Pêşniyazên Bolzano/Bozenê deh sal li dûv xwe hişt

 

Sala 2018’an dehemîn salvegera Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de ye.

Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (REHE) di salvegera dehemîn a Pêşniyazên Bolzanoyê yên li ser kêmarên neteweyî bernameyekê li dar xist. Bernameya ku bi pişgiriya herêma Friuli Venezia Giulia ya Îtalyayê li Udineyê di 15’yê Tîrmehê hat lidarxistin du roj dom kir.

Bi vexwendina Komîseriya Bilind a REHE’yê dewletên endam ên REHE’yê rêxistinên navneteweyî, akademîsyen û pisporên mijarê beşdarê bernameyê bûn.  Di bernameya bi navê Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de: Dijwariyên Nû û Dersên Hatine Fêrbûn de fikarên hiqûqî û siyasî yên kêmarên neteweyî hatin niqaşkirin.

Di roja pêşiyê ya bernameyê de pêşketinên sereke yên di qada kêmarên neteweyî de derketibûn holê bû mijara civîna girtî. Di roja duyemîn de beşdar li ser dijwarî, dersên hatine fêrbûn û pratîkên baş nîqaş kirin.

Pêşniyazên Bolzano/Bozenê di 2008’an de li bajarê Bolzano/Bozenê ya paytexta herêma xweser a Tîrola Başûr a Îtalyayê hatibûn qebûlkirin. Pêşniyaz ji bo têkiliyên cîrantiyê ya baş û kêmkirina tansiyonê ya li ser sînoran li ser girîngiya kêmarên neteweyî disekine.

Pêşniyaz ji aliyê Rêxistina Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî hatine amadekirin. Bi van pêşniyazan mebesta komîseriyê ev e ku rêbereke cîrantiya baş pêşkêşî welatên endam ên REHE’yê bike. Pêşniyaz ji prensîbên giştî, peywira dewletan ji bo kêmarên neteweyî, mekanîzmayên piralî û dualî ya di navbera dewletan de pêk tê.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …