Pêşniyaza damezrandina Polînezyaya Federal

Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a li Polînezyayê Tavini Huiraatira pêşniyaz kir ku eger vî welatî bibe serbixwe bila sîstema wê ya siyasî federal be. Van dîtinan ji aliyê serokê partiyê ve di kongreya partiyê ku rojên 18 û 19’yê Cotmehê hat lidarxistin de hat îfadekirin.

Serokê partiya serxwebûnxwaz a Tavînî Oscar Temaru, piştî konferansê ji rojnameya Les Nouvelles re diyar kir ku partiya wî ji bo vî welatê ku girêdayê Fransayê ye serxwebûnê û damezrandina “eyaletên federal” pêşniyaz dike. Temaru got ku “em li welatekî ku qasî Ewropayê mezin e dijîn” û vê pirsê kir: “Çima em hin hêzan nedin nûnerên giravên cuda?”

Temaru bi vê pêşniyaza xwe firehbûna rûyê avê ya ku Polînezyayê tê de belav bûye ku li derdora 5 milyon kîlometrekare ye bi bîr anî. Digel berfirehbûna rûyê avê ya ku Polînezyayê dorpêç kiriye, firehbûna axa welat bi tenê 4,000 kîlometrekare ye. Welat ji pênc komegiravan (Marquesas, Tuamotu, Society, Austral û Gambier) pêk tê û her yek ji wan xwedî zimanekî cûda ye.

nexse polinezya

Li gorî senatorê serxwebûnxaz Richard Tuheiava jî ew dixwazin strûktûreke sîyasî ya wekî Eyaletên Federal ên Mîkronezyayê ku welatekî cîran e, damezrînin. Mîkronezyaya ku li rojhilata Fîlîpînê cî digire, federasyonek e ku ji çar eyaletan (Chuuk, Kosrae, Pohnpei û Yap) pêk tê. Her eyalet di bin banê vê federasyonê de xwedî destûreke bingehîn, parlemento û hikumetekê ye.

Referandûma ji bo diyarkirina mafê qederê

Li aliyekî din, pêşniyaza ji bo lidarxistina referandûma mafê qederê li Polînezyayê her ku diçe geş dibe. Hikumeta niha ya ku alîgiriya yekitiya bi Fransayê re dike, bi şertê ku di demeke zû de be, lidarxistina referandûmê qebûl kir. Yekîtîparêz difikirin ku referandûm çîqas zû bê lidarxistin wê şensê qezenckirina serxwebûnxwazan ewqas kêm bibe. Berevajiya vê, alîgirên serxwebûnê daxwaza pêvajoyeke hêdî dikin û li gorî wan, bi vî awayî wê feydeyên bi serwebûnê Polînezya bi dest bixe wê zêdetir bin.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Dekolonîzasyonê jî kurtedemek berê li ser statuya Polînezyayê biryarekê girt. Komîte ji Fransayê xwest ku bi armanca hêsankirina pêvajoya diyarkirina mafê qederê ya Polînezyayê gavên zêdetir bavêje.

Kurteagahî di derbarê Polînezyayê de

Polînezyaya di destê Fransayê de li Okyanûsa Pasîfîkê welatekî 4,167 km2 ‘ ye ku ji 130 giravan pêk tê. Girava herî mezin Tahîtî ye û vê giravê di heman demê de navenda vî welatî ye. Nîfûsa welat 267.000’ye (2010) û piraniya nifûsê ji polîneziyên ku xweciyên otokton in (%66) pêk tê. Ji salên 1946’an heta 2003’an welat xwedî statûyeke bi navê erdê dûrî navendêterritoire d’outre-mer (TOM). Piştî guherîna di statûyê de, welat bû xwedî statûya kolektîvîteya dûrî navendê collectivite d’outre-mer (COM).

Çavkanî: Nationalia, Wikipedia

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …