Pêşdibistana li Galê bi însîyatîfa sivîl vedibe

 

 

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê pêşdibistaneke din ku bi zimanê galî wê zarokan perwerde bike, hat vekirin. Dêbavên li Deganwyê dijîn wê ji îro pêve bibin xwedî derfeta perwerdeya zarokên xwe bi zimanê wan ê dayikê.

Menter Iaith (Însîyatîfa Ziman)  ji 2010’an û vir ve bi riya hevkariya dêbavên li vê herêmê xebata avakirina pêşdibistanê dabû dest pê kirin. Berpirsê Însîyatîfên Civakî yên Zimanê Galî Eirian Pierce Jones li ser mijarê wiha axivî:

“Di salên dawî de gelek daxwazên malbatan ji peravê gihîştin ber destê me ku tê de daxwaza xizmeta zarokan a bi zimanê galî dihatin kirin lê mixabin derfetek wiha di destê me de tunebû.”

Di encama vê hevkariyê de hevkariya di navbera însîyatîfa ziman û însîyatîfa Meithrinfa Gymraeg Derwen Deg ku ji bo damezrandina vê dibistanê ji aliyê dêbavan hatibû avakirin de ji Rêvebiriyên Lokal ên Bakurêrojavayê Galê û ji foneke din ê herêmî desteka aborî hatiye wergirtin.

Menter Iaith saziyeke ku di asta lokal de zimanê galî pêş dixe. Hema hema li her navçeya li Galê vê saziyê hatiye damezrandin.  Saziya li Conwy Dİ 1998’an de hat damezrandin. Endamên wê ji nûnerên saziyan û şexsan pêk tê.

Jêder: Mentrauiaith.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …