Pêşangeha zimanên di xetereyê de

Zimanên kêm tên axaftin ên cîhanê pir bi lez ji holê radibin. Lêkolîner didin zanîn ku nîvê 7000 hezar zimanên li cîhanê dihate axaftin êdî ji holê rabûne û her roj yek an du zimanên din tevlî karwanê zimanên mirî dibin.

Pirtûkxaneya Helbestê ya Neteweyî ya Southbank Center a li Londonê ji bo destekê bide zimanên di xetereyê de di meha îlonê de Projeya Helbestê ya Zimanên di Xetereyê de da destpêkirin. Di vê projeyê de helbestên zimanên di xetereyê de ji aliyê helbestvanan ve ji vê saziyê re tê pêşkêşkirin.  Piştî berhevkirina helbestan, tê plankirin ku di 2019’an de antolojiyeke helbestên zimanên di xetereyê de bê çapkirin.

Heta niha helbestên 20 zimanên di xetereyê de ji pirtûkxaneyê re hatine şandin. Hin ji van zimanan bretonî, (Fransa), galî (Brîtanya), faroyî (Danîmarka), belarûsî (Belarûsya), kornîşî (Brîtanya), Wakhî (Afganîstan) û alsasî (Fransa) ne.

Li aliyekî din, pirtûkxaneya Southbankê ji pêşangeha Paşveçûna Ziman re malovaniyê dike. Berhemên Wêneyên hunermend Mary Kuper ku ji bo helbestên zimanên di xetereyê yên Ewrûpayê hatine çêkirin, di vê pêşangehê de tê pêşkêşkirin.

Di heman demê de di pêşangehê de fîlmên helbestan û helbestên ji projeya Axaftina Transformasyonan (Talking Transformations) ku kuratoriya wê ji aliyê Ricarda Vidal û Manuela Perteghella hatiye kirin, tên pêşkêşkirin. Ev proje li ser ‘mal’ û ‘koçberiyê’ disekine û helbest ji çend zimanan hatine wergerandin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …