Perwerdeya duzimanî li Fransayê bû fermî

 

 

 

Di dîroka perwerdeyê ya Komara Fransayê’de cara pêşiyê bi awayekî qanûnî perwerdeya zimanên kêmaran hate qebûlkirin. Xala 27’an a ku di çarçoveya qanûna dibistanan de hate qabûlkirin de derfet dide ku “hînkirina perwerdeya herêmî” an “perwerdeya bi duzimanî ya di zimanê fransewî û zimanê herêmî” de di çarçoveyeke qanûnî de bê kirin.

Bi vê guherîna qanûnî ku ki aliyê Parlamentoya Fransayê ve hate qebûlkirin de zimanên alsasî, baskî, bretonî, katalanî, korsikî û oksîtanî ku wekî “zimanên herêmî” tên naskirin dikeve nava sîstema perwerdeyê ya dewletê. Li aliyekî din, pêşniyaza wekîlê Breton Marc Le Fur a ji bo pejirandina metoda îmmersiyonê (pêkanîna perwerdeyê bi zimanên kêmaran) ji aliyê parlamentoyê ve hate redkirin.

Wekîl û endamên konseyên herêmî yên li ji herêmên ku kêmar lê dijîn li ser girîngiya vê guherînê nêrînên li dijî hev anîn ziman. Endamê Konseya Herêmî ya Akîtanyayê û Partiya Oksîtan David Grosclaude da zanîn ku qanûn gaveke dîrokî ye û serkeftineke kolektîf e. Wekîlê Breton Paul Molac ku ji Yekitiya Demokratîk a Breton’e jî diyar kir ku “ev cara pêşiyê ye ku qanûnekî fransî perwerdeya duzimanî nas dike” û got ku ev “pêşveçûneke pir girîng e”. Berevajiya van nêrînan, endamê heman partiya Breton Le Fur û endamê Konseya Herêmî ya Baskê Max Brisson dan xuyakirin ku guherîna nû “pêşketineke şênber” bi xwe re nayne.

Beriya vê guherîna qanûnî, perwerdeya duzimanî ya li Fransayê di çarçoveya hiqûqî ya biryara Bayrou ku di 1995’an de hatibû qebûlkirin dihate kirin. Di dibistanên seretayî yên bi navê Diwan, Bressola û Seaska’yê kul i herêmên Bretonya, Katalonya’ya Bakur û Bask’a Bakur’ın, perwerdeya bi zimanê herêmê (îmmersiyon) tê kirin. Lê di dibistanên girêdayê dewletê de perwerdeya zimanên kêmar hîn jî ji statûya “hilbijarî” wêdetir neçûye.

Ji bo agahiyên zêdetir:

Nationalia

Vilaweb

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …