Pênaseya jenosîdê ji bo Şengalê tê çi wateyê?

Neteweyên Yekgirtî di rapora xwe de fermana êzidiyên Şengalê weke jenosîd bi nav dike. Ji amadekarên raporê Pişko Şemsî behsa wateya vê yekê dike.
Berya du heftiyan, di nîvê meha hezîranê de Neteweyên Yekgirtî li ser fermana êzidiyên Şengalê raporek belav kir. Di raporê de êrîşa Daişê ya di tebaxa 2014ê de mîna jenosîd tê bi nav kirin û Neteweyeyên Yekgirtî ji Konseya Ewlekariyê û endamên xwe dixwest ew jî biryareke wisa bigrin û ji bo Şengalê heman pênaseya jenosîdê bi kar bînin.
Lê gelo çi cudahî di navbera komkujî û jenosîdê de heye? Çi cudahî di navbera fermana dawî û yên berê de hene? Qebûlkirina êrîşê mîna jenosîd dê ji aliyê qanûna navneteweyî ve were çi maneyê?
Me ev pirs ji Pişko Şemsî kirin ku bi xwe di Neteweyên Yekgirtî de kar dike û yek ji amadekarên rapora rêxistinê ya ser Şengalê ye.
Ji bo hevpeyvînê li rapora deng guhdarî bike!
Jêder: Radyoya Swêdê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …