Pelosi çû serdana Taywanê

Serdana Pelosî ya Taywanê ku bo rojane di rojevê de bû pêk hat

Nûnera Amerîkayê li hember gefên Çînê paş ve gav navêt û çû vê girava di navenda aloziyê de ye

Çînê jî reaksiyonên xwe derxist asteke bilind li hember peravên Taywanê dest bi tetbîqatekê kir

Balafira Amerîkayê ku Nancy Pelosi tê de bû, duh êvarê daket paytexta Taywanê Taipeyiyê.

Bi vê serdana dawî Pelosi guh neda gefên Çînê û wekî plan dikir Taywanê jî tevlî tûra xwe ya li Asya-Pasîfîkê kir.

Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Pelosî ji aliyê Tsai-Ing-Wen ve hate pêşwazîkirin.

Mekana vê pêşwazîkirina fermî qonaxa serokatiyê ya lîdera jin a Taywanê bû.

Tetbîqata Çînê

Li aliyekî din, Çîna ku bi rojane ji bo vê serdanê di nava alarmê de bû kete nava tevgerê.

Rêvebiriya Pekînê bi kêliya Pelosî gava xwe avêt Taywanê dest bi tetbîqatek mezin kir.

Xi Jinping: Serokê Çînê gotubû “Amerîka bi êgir dilîze.”

Tetbîqata Çînê wê bi giranî li Pasîfîkê, li hember peravên Taywanê bê lidarxistin.

Bi vê minawreya leşkerî Çîn dixwaze xwedî li gefa xwe ya li dijî serdana Pelosî derkeve û zexta xwe ya leşkerî ya li dijî giravê derxe asteke bilind.

Hêjayî bibîrxistinê ye, kurtedemek berê serokê Çînê Xi Jinping derbarê serdana Pelosî de axivî û gef li Amerîkayê xwaribû.

Jinping gotibû “Amerîka bi êgir dilîze” û eger ev serdan pêk were wê Çîn tedbîran bigire.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …